Ji bo Yekîtiya Neteweyî dakevin qadên Newrozê

img

AMED -  Bernameya Newroza îsal ku bi dirûşmeya "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" bê pîrozkirin, bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkere kirin. Newroz dê li 49 navendan bê pîrozkirin. Nûnerên partiyên siyasî yên tev li bernameyê bûn diyar kirin ku wate û girîngiya Newroza îsal bêtir dîrokî ye û xwestin gelê kurd li dijî dehaqan di bin baneyê Yekîtiya Neteweyî de dakevin qadên Newrozê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Tevgera Jinen Azad (TJA), bernameya Newrozê ku îsal bi dirûşmeya "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" pîroz bikin li Otela Demîr bi raya giştî re parve kirin. Di civîna çapemeniyê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temelli, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemir, Aktîvîstên TJA, Serokê Komeleya Çanda Rojhilat a Şoreşger (DDKD) M. Veysi Askar û Endamê MYK'a Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP) Nurettin Maçîn amade bûn.  Li salonê pankarta mezin a “Newroz berxwedan e. Li dijî faşîzmê bihara gelan e" vekirin. 
 
Ewil Hevserokê HDP'ê yê Amedê M. Şerîf Çamci, diyar kir ku hevî dike ku Newroza 2018'an ji bo gelê Rojhilata Navîn û gelê kurd bibe bihara gelan û îsal bi şîara “Newroz berxwedan e. Li dijî faşîzmê bihara gelan e" pîroz dikin. 
 
OZTURK: YEKÎTIYA NETEWEYÎ ELZEM
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, jî diyar kir ku di pêvajoyek dîrokîde Newroza 2018'an pîroz dikin û wiha got: “Hikûmeta Tirkiye ne tenê li hundir, li derve jî êrîşî kurdan û gelan dike. Bi rojan û hefteyan e êrîşî Efrînê dike. Dagirker êrîşî vîna gelê kurd dikin. Ev carek din hatiye cespandin. Bi derewan dibêjin ji bo em sînorê xwe biparêzin. Lê ev tev derew e. Duh referandum kirin hincet, îro hincetek din nîşan dide. Em dê bi Nerwoza îsal bersîvê bidin vî şer û van êrîşan. Ji ber vê yekê divê em îsal ji her sal bêtir agirê Newrozê geştir bikin. Dîsa pêvajoya ku em têre derbas dibin bêtir li me ferz dike ku em yekîtiya neteweya kurd xurt bikin. Bîrdoziya partiyan çi dibe bila bibe divê em di bin yekîtiya neteweya kurd de bibin yek. Dema mijar dibe kurd hemû hêzên emperyalîst li ser kurdan dibin yek. Divê em jî li dijî êrîşan bibin yek. Divê em tariya Faşizmê bi agirê Newrozê ronî bikin. Ji ber vê yekê me hemû gelê kurd dawetî Newrozê dikin." 
 
KOÇYÎGÎT: AGIRÊ NEWROZÊ DÊ TIRKIYEYÊ DEMOKRATÎK BIKE
 
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku ew dizanin helwesta MHP'ê Tirkiye dixe nava agir û wiha got: "Girtîgeh tije kirine. Bi hezaran mirov neheq girtî ne. Em di bin tundiyên herî dijwar de Newrozê pêşwazî dikin."
 
Koçyîgît, anî ziman ku ji bo ev tarî ronî bibe û ev tundî bi dawî bibe têkoşînek xurt û yekîtiyek xurt pêwist e û wiha got: "Ji bo em têkoşîna xwe mezin bikin divê em hêzê bidin pîrozbahiya Newrozê. Newroz hem ji bo gelê Kurdistanê û hem jî ji bo hemû gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn xwedî wateyek dîrokî ye. Berê çawa li dijî Dehakan serî rakirin û bi ser ketin divê em niha jî li dijî pergalê serî rakin û bi ser bikevin. Em dê di 21'ê Adarê roja Newrozê de li qadan bin. Em dê li dijî şerxwazan aştiyê biparêzin. Agirê Newrozê dê Tirkiye demokratîk bike. 
 
BULDAN: DI NEWROZÊ DE GEL DÊ JI TEDRÎD Û ÊRÎŞA EFRÎNÊ RE BÊJIN NA 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî destnîşan kir ku wan di kongreya partiya xwe de soz dane gelan û wiha got: “Di kongreya me de peyamên girîng me ji gel girt. Peyama li dijî faşîzmê çiqas têkoşîn girîng e dan me. Me peyama tecrîda li ser birêz Ocalan nayê qebûl girt. Me peyama êrîşên li ser Efrînê nayên qebûlkirin girt. Dema em li van hemû geşedanan dinêrin, girîngiya dê berxwedanek bi hêz ji Newroza 2018’an derbikeve heye. Em ê li çar aliyên Tirkiyeyê Newrozê pîroz bikin. Qadên Newrozê dê bibin qadên daxwaziya tecrîda girankirî ji ser birêz Ocalan bê rakirin. Dê êrîşên li ser Efrînê li qadên newrozan bên şermezarkirin. Yên li dijî şer aştiyê diparêzin wê biherikin qadên pîrozbahiyê Newrozê. Dê liv an qadan azadî û aştî bê qîrkirin û daxwazkirin. Em hemû jinan bi rûhê 8’ê Adarê vedixwînin Newrozê. Em ciwanên dibêjin ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser kevin’ vedixwînin refên pêş ên Newrozê cih bigirin. Em ê bi dirûşmeya ‘Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e’ biherikin qadan. Em hemû gelên xwe vedixwînin qadan. Em daxwaz dikin ku Enqere peyamên ji qadên Newrozê derkevin li ber çavan bigire. Bi hêviya em Newrozek bêxwîn û bêmudaxele derbas bikin.” 
 
TEMELLÎ: LI DIJÎ ZILMÊ EM Ê LI QADÊN NEWROZÊ BIN 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî got ku ew ji niha ve cejna Newrozê ya gelê kurd pîroz dikin. Temellî wiha axivî: “Li her aliyên welat zilm heye. Vê zilmê veguhezandine derveyî welat jî. Zilma li derve êrîşa li dijî Efrînê ye. Em ê li dijî vê zilmê li qadên Newrozê bin. Li dijî her cûre pêkanîn û zilmê em gelên xwe vedixwînin qadên Newrozê. Em gel bi daxwaza aştiyê, demokrasî û azadiyê vedixwînin qadan. Ez hêvî dikim ku ev Newroz dê bibe sedemê hilweşîna faşîzmê û ez Newroza gelan pîroz dikim.” 
 
SEROKÊ DDKD’Ê ASKAR: EM MIL BIDIN MILÊ HEV Û TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN 
 
Serokê DDKD’ê M. Veysî Askar jî behsa girîngiya Newrozê kir û ev tişt got: “Gelê kurd çawa duh l ili dijî Dehaqan derket, dê îro jî bi heman biryarê vê yekê dewam dike. Di pêvajoyek wiha girîng de em ê li qadên Newrozê li dijî dagirkeran daxwazên xwe bînin ziman. Em ê li dijî dagerkeriyê li qadan bin. Divê hemû partiyên kurd mil bidin milê hev û têkoşînê xûrtir û mezintir bike. Divê em hêza xwe nîşanî dinyayê bidin. Bijî Newroz û bijî têkoşîna birûmet a gelê kurd.” 
 
MAÇÎN: DIVÊ EM YEKÎTIYA XWE NÎŞAN BIDIN 
 
Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî ya OSP’ê Nurettîn Maçîn jî diyar kir ku cihek girîng a Newrozê di dîroka gelê kurd de heye û di vê pêvajoya tê de derbas dibin girîngî û wateya Newrozê hin bêtir derketiye pêş. 
 
Maçîn anî ziman ku divê Newroz bi rûhê berxwedana Efrînê bê pîrozkirin û got: “Em bang li hemû gelê kurd û partiyên kurdan dikin bi rûhê bexwedana Efrînê li dijî dagerkeran biherkin qadên Newrozê. Heke ku kurd li çar parçeyan bibin yek û xwedî statû dê qada navnetewî jî vê têkoşînê ji nedîtî ve neyê. Ji bo ku kurd li Rojhilata Navîn bên nasîn, divê em li qadên Newrozê yekîtiya xwe bidin nîşandan. Peyamên em li qadê Newrozê bi rûhê berxwedana Efrînê bidin, dîrokî û girîng e. Dê ev Newroz ji me re ronahî û serkeftinê bîne.” 
 
M. Şerîf Çamci pirsên rojanmegeran bersivand û got ku dê Newroz li 49 navendan bê pîrozkirin û ji bo hemû deveran serlêdanên fermî hatine kirin. Çamci got ku dê di rojên pêş de ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê civînêk berfireh a çapemeniyê li dar bixin. 
 
Civîn bi govend gerandina hemû rêveberên partiyan bi dawî bû.