Demirer: Li dijî tifaqa AKP-MHP'ê mecbûrî ye

img
ENQERE - Zanyarê Siyasetê Doç. Dr. Yucel Demirer, bal kişand ser tiqafa AKP-MHP’ê ya “Tifaqa Cumhur' û wiha got: "Tifaqa wan bi ser nakeve. Lê dîsa jî divê hêzên muxalif li dijî vê yekê bibin yekî yekîtiya li dijî vê yekê mecbûrî ye." 
 
Zanyarê Sisayetê û hîndekarê Zanîngeha Kocaelî (KOU) yê hat îxrackirin Doç. Dr. Yucel Demirer, bal kişand ser tifaqa AKP ile MHP’ê ya ji bo hilbijartina 2019'an û wihagot: "AKP ketiye nava tirs û fikara ku hilbijartinê winda bike. Êdî hemû civak dizane ku AKP zêde zêde dengê xwe winda kirine. Serokê AKP'ê Erdogan îhtîmalek mezin dide ku hilbijartina li pêş xwe winda bike. Ji ber vê yekê ji niha de amadekariyan dike."
 
Demîrer, anî ziman ku bi taybetî di vê serdema dîrokî ku rewşa serdest û bindestan tê guhertin û di bingeha cewherî ya dewletan de guhertin çê dibe, feraseta ku ji nûve avakirin û zexmkirinekê pêş dikeve û wiha got: "Em dibînin ku sedsala nû kevir ji nûve tên rêzkirin. Di salên 90’an de navenda rastgirina ji nûve zindî bû. Di bin vê tifaqê de hewldana ji bo Navenda Rastgir dîsa bibe alternatif heye. Biryarên dawî yên AKP'ê girtine ne li gorî rastiya Tirkiye ye. 
Ji niha e xuya dibe ku ev hewldana AKP'ê çareserya pirsgirêka kurd di nava xwe de venahewîne. Bi taybeti hewldana çareseriya pirsgirêka kurt û naskirina azadiya mafê kurdan tune ye. Bi taybetî di salên dawî de biryarên ku AKP distîne li dijî rastiya Tirkiye ye. Divê li gorî rastiya cewherî û giştî be."
 
‘TIFAQ WAN BI SER NAXE'
 
Demirer, destnîşan kir ku ji ber tifaqa AKP- MHP'ê ne li gorî rastiya civakî ya Tirkiye ye dê negêje armanca xwe û wiha got: "Ev tifaq dê wextê Tirkiye winda bike. Dê bêtir wê li paş bihêle. Ev tifaq wan nagêjîne armanca wan. Dawiya dawî dê demokrasî û azadî bi ser bikevin."
 
'DIVÊ MUXALÎF MECBÛR BIBIN YEK" 
 
Demirer, herî dawî destnîşan kir ku Erdogan hem li hundir û hem li derve di nava lêgerîna tifaqê de ye û xwest hemû hêzên muxalîf li vê tifaqê bibin yek û wiha bi dawî kir: "Hemû hêzên muxalif bibin yek êdî ne hilbijartinek e. Êdî mecbûriyetek e. Divê hêzên muxalif di serî de ji bo ewlehiya hilbijartinê û ji bo mafên hiqûqî bibin yek. Divê her kes di mijarên hevpar de bibin yek."  
 
MA / Selman Guzelyuz