Bîlgen: Xwe mîsoger bibînin dê di 2 mehan de biçin hilbijartinê

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Bîlgen diyar kir ku ji tifaqa hilbijartinê bêtir ewlehiya hilbijartinê girînge û got: “Heke ku desthilatdarî di anketan de xwe di bin mîsogeriyê de bibîne, dê di nava du mehan de biçin hilbijartinê.” 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen têkildarî mijarên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê jî beşdarî civînê bûn. Di rojeva Bîlgen de mijarên “qanûna tifaqê” û “Xistina wekîltiya parlamenterên HDP” hebû. 
 
‘NIYETA WAN AŞKERE YE’ 
 
Bîlgen xistina wekîltiya parlamenterên HDP’ê Ahmet Yildirim û Îbrahîm Ayhan bibîr xist û got: “Di jiyana siyaseta Tirkiyeyê de xistina wekîlan me berê jî dît. Lê di xistina wekîltiya du hevalên me yên dawî de azadiya ramanê ji binî ji holê hatiye rakirin. Ka em lê binêrin emsalê dozek wek a Ahmet Yildirim çawa hatiye berat kirin. TKP di şahiyek xwe de pankarta ‘Ji xirabendiyek padîşah re cotek gotina me heye’ vekiribû. Cezayê didin vê derbirînê dadgeha bilind xera dike. Hinceta xerakirinê pir aşkere ye. Lê di mijara xistina wekîltiya Ahmet Yildirim de ecele kirin. Bi vê ecelekirinê helwesta darazê û siyasetê derket holê. Her duyan mirov bi hev re miqayese bike girîng e.” 
 
‘ÎŞKENCEYA LI ASLAN BÛ ŞERM E’ 
 
Bîlgen da zanîn ku li girtîgehê îşkence li Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Aslan hatiye kirin û wiha domand: “Li Hevserokek Giştî yê partiyekê îşkence tê kirin, lê desthilatdarî bêdeng e. Îşkenceya li ser Mehmet Aslan şerma herî mezin e. Muemaleya xerab li dijî Aslan û muameleya xerab a li ser Menderes heman pêkanîn e. Îro jî hat nîşandan ku demorkasiya Tirkiyeyê ji wê demê ve ne guheriye. Divê hurmetê nîşanî hilbijartiyan bidin.” 
 
‘YÊN KU KOALÎSYONÊ REŞ DIKIRIN, KETINE PEY DENGAN’ 
 
Bîlgen li ser mijara “tifaqa hilbijartinê” ya di navbera partiyan de jî rawestiya û wiha got: “Yên ku koalîsyonan reş dikirin lê dê niha rabin dengan bixwazin. Hêj 18 meh ji hilbijartinê re mane, lê ketine nava fikara hilbijartin û koalîsyonê. Çi dikin bila bikin, lê bila muxalefetê dîzayn nekin. Muxalefet dizane dê bi kî re hevdîtinê bike. Bila nekevin nava wan tevgerbûyînên xwe ji dilnazikiyê bêpar mane. Em ê bi hewldan, gotin, helwest û bernameya xwe hemû astengiyan bişkênin û ji bo vîna hilbijêr rengê xwe li ser sindoqan aşkere bike çi ji destê me bê em ê bikin. Niha di rojeva me de tifaq tune ye. Em hewld didin ku bikevin pêşiya dizîkirina dengan. Em di nav lêgerîna vê yekê de ne.” 
 
‘JI DESTÊ WAN BÊ DÊ BIÇIN HILBAJARTINA PÊŞWEXT’ 
 
Bîlgen bersiv da pirsa “Namzetê we Demîrtaş e?” û got: “Em niha ne di asta nav nîqaş bikin de ne. Wexta dema wê hat, dê nav jî bên nirxandin. Dîsa ketine nava vegera fikara pergala kevn. Heke ku desthilatdarî di anketan de xwe di bin mîsogeriyê de bibîne, dê di nava du mehan de biçin hilbijartinê.”