6 partiyan banga piştevaniya HDP'ê kirin

img

ENQERE - DBP, Partiya Şoreşger, ESP, SODAP, SYKP û Partiya Çepgir a Kesk, li dijî êrişên ser HDP’ê bang li hêzên ked û demokrasiyê kirin û ev tişt gotin: "Em banga parastina mafê siyasetê yê HDP'ê dikin."

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Şoreşger, Partiya Sosyalîst a Bindestan ( ESP), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) û Partiya Çepgir a Kesk, derbarê êrişa ku li dijî Navenda Giştî ya HDP'ê pêk hatibû daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi êrişa li dijî Navenda Giştî ya HDP'ê xelekek din li êrişên li ser HDP'ê yên mîna kuştina Denîz Poyraz, êrişên li dijî avahiyên HDP'ê, doza girtina HDP'ê û doza kompasê ya Kobanê tê zêdekirin.
 
'HDP BARÎQATA HERÎ ZEXM E'
 
Partiyan, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca hevpar a êrişan bêdengkirina HDP'ê ye û wiha gotin: "Desthilata siyasî girtina HDP'ê ango di pratîkê de bêbandorkirina wê weke rêya xwe ya qezençkirina hilbijartinê dibîne. Bi rastî jî HDP'ê li pêşiya ku welat ber bi faşîzmeke tarî ve bê defandin û jiyana civakî ji holê rakirin astengiya herî mezin û zexm e. Ji ber vê êrişa biplan û berfireh a li dijî HDP'ê, li dijî hemû hêzên demokrasî, hemû kesên aştî û azadiyê dixwazin, kedkar, bindest, gelên di bin zextan de û civakên baweriyê pêk hatiye. Gefa li dijî Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran encama dijiminahiya bloqa faşîst a AKP-MHP'ê ya li dijî jinan e."
 
BANGA LI HÊZÊN KED Û DEMOKRASIYÊ
 
Di berdewama daxuyaniya xwe de partiyan, destnîşan kir ku parastina HDP'ê şertê parastina demokrasî, azadî, aştî û wekheviyê ye û ev bang li hêzên ked û demokrasiyê kir: "Ji ber vê divê hemû hêzên ked û demokrasiyê li dijî êrişên li ser HDP'ê helwesteke hevpar bigirin û mafê siyasetê yê HDP'ê biparêzin. Êrişa li HDP'ê li me pêkhateyên HDP'ê hatiye kirin. Vala derxistina van êrişan bi HDP'ê re peywira me hemûyan e. Bila kes gumanan neke ku em ê bi hemû hêza xwe HDP'ê biparêzin. Vîna gelan, kedkar û bindestan a bi rêxistinkirî nayê bêdengkirin û astengkirn! Lewre HDP gel e û hêvî ye. Tu hêz nikare gelekî birêxistinkirî têk bibe."
 
TKP'Ê JÎ SERDANA HDP'Ê KIR
 
Ji Partiya Komûnîst a Tirkiyeyê (TKP) jî heyetek serdana Navenda Giştî ya HDP'ê kir û piştevaniya HDP'ê kir. 
 
WÊ TEVAHIYA ROJÊ SERDAN BIDOMIN
 
Di nav rojê de wê nûnerên EHP û KESK'ê û Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz jî serdana Navenda Giştî ya HDP'ê bikin.