Ji partiyên siyasî serdanên cejnê

img
ENQERE - CHP û Partiya Pêşerojê di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Remezanê de çûn serdana HDP’e. 
 
Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Pêşerojê di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Remezanê de çûn serdana Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Cîgira Serokê Giştî ya ji Mafên Mirovan Berpirsyar Serap Yazici serokatiya Partiya Pêşerojê û parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Fatîh Açikel jî serokatiya şandeya CHP’ê kir. Şande, ji hêla parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu, Cîgirê Hevserokên Giştî Nacî Sonmez û endama Meclisa Partiyê (PM) a HDP’ê Aylîn Hacaloglu ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Serdan bi qasî 15 deqeyan ji çapemeniyê re vekirî dom kir û partiyan peyamên pîrozbahiyê dan. Di serdana ewil de Serap Sonmez li ser navê Partiya Pêşerojê axivî û wiha got: “Sedema damezirandina partiya me ew bû ku aramî, aştî û aboriyeke baş li Tirkiyeyê serwer bibe. Hêvîdarim heta cejneke din em van hêviyan pêk bînin.” 
 
DI EMOKRASIYAN DE TÊGEHA JINÊ
 
Parlamenter Fîlîz Kerestecîoglu jî bal kişand ser têkoşîna HDP’ê ya ji bo demokrasî, hiqûq û mafên mirovan û wiha domand: “Bi sala ye em li dijî tundiyê têdikoşin. Heke ev welat demokratîk bibe, ev yek dê bi saya têkoşîna jinan be. Divê hemû kes di ferqa têkoşîna maf de be û bizane ku xwedî mafên mirovan e. Dema ev feraset pêş ket, wê demê ev welat dê bibe welatekî cuda. Di hêla hiqûqê de li Tirkiyeyê pirsgirêkên girîng hene. Her tim hewl dan bi dadgehên taybet, DGM û dadgehên rewşa awarte teşeyê bidin siyasetê. Di demên berê de daraza îdarî hebû lê niha ew jî nîne. Bi biryara Geziyê re gefan li hemû muxalefetê dixwin. Lê li gorî min ew dîwarên tirsê hatin hilweşandin. Di vê mijarê de rolekî mezin dikeve ser milên partiyên siyasî. Divê bi xeletiyên xwe yên berê re hevrû bibin. Nexwe nepêkane ku em pirsgirêkên xwe yên niha fêm bikin.” 
 
Şandeya Partiya Pêşerojê diyar kir ku ji bo avakirina dewleta hiqûqê hewceye hemû partiyên muxalîf bi hev re tevbigerin. 
 
Piştî vê serdanê jî şandeya CHP’ê hat. 
 
‘EM Ê JI DESTHILATDARIYÊ RIZGAR BIBIN’
 
Di serdanê de li ser navê şandeyê parlamenter Fatîh Açikel axivî û destnîşan kir ku desthilatdarî hewl dide bi darê tirsê gel birêve bibe û hêviya wan ew e ku ji vê desthilatdariyê xelas bibin. Açikel, da zanîn ku ji bo guherandina desthilatdariyê demekî kin ma ye. 
 
Kerestecîoglu di serdana şandeya CHP’ê de jî axivî û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê ewqas çavkanî hene ku bi têrî her kesî dikin. Nelirêtî û dizî heye. Divê em hêviyê bidin hemû hemwelatiyan ku dikarin li Tirkiyeyeke baştir bijîn. Divê ev siyaseta ku dawî li aboriyê aniye bi dawî bibe. Ji bo vê jî têkoşîneke hevpar şert e.” 
 
Saet di 14.30’an de dê Partiya Saadetê bê serdana HDP’ê û saet di 15.30’an de jî HDP û Partiya DEVA dê biçin serdana hev.