HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê

img
ENQERE - Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê ji bo ku her 3 heyvan carekî kêmtirîn heqdest bê guherandin, teklîfa qanûnê da Serokatiya Meclisê. 
 
Endamên Komîsyona Aboriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglu û parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de li ser navê komîsyonê Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Garo Paylan axivî û da zanîn ku ji bo her sê heyvan carekî kêmtirîn heqdest bê diyarkirin, teklîfa qanûnê pêşkeşî Serokatiya Meclisê kirine. 
 
Paylan, diyar kir ku karker, karmend, teqawid û xizanên welêt di bin enflasyona heyî de perîşe bûne û wiha got: “Serokomar Erdogan çend heyv berê bi torenekê ragihand ku di dîroka komarê de yekemîn care ku ji sedî 50 zem li kêmtirîn heqdestê tê kirin. Weke mizgîniyekî ev agahî da. Lê vê zema ji sedî 50, nekarî xwe tenê 40 rojan jî li ber enflasyona heyî bigire.”
 
Di berdewamê de Paylan got ku kesên debara xwe bi kêmtirîn heqdestê dikin, di nava perîşaniyeke mezin de ne û wiha bi dawî kir: “Li pêşiya me Remezan heye. Gel dê rabe paşîvan û şîvan amade bike. Dê birêz serokomar mastê gamêşan bixwe, xurmeyan û hingivê şambelotê bixwe û razê. Tenê heqê van xwarinan jî pereyê sînorê birçîtiyê derbas kiriye. Xelk jî bi fikar e bê ka dê di paşîv û fitareyan de çi bixwe. Li gorî me divê di şertên enflasyonê de her sê heyvan carekî kêmtirîn heqdeste bê diyarkirin. Qet nebe bila hinek ji sînorê birçîtiyê zêdetir be da ku gel bikare pariyekî nan bixwe.”