Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê û got: “Bi milyonan kes xwest ku tavilê ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Beriya ku Bûldan biaxive, sînovziyona ji dîmenên pîrozbahiya Newrozê pêk dihat hat nîşandan. 
 
Piştî nîşandana sînevziyonê Bûldan axivî û got wan Newrozek bi heybet li pey xwe hiştiye. Bûldan bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê û wiha got: “Ji Colemêrgê heta Edernîyê, ji Amedê heta Îzmîrê, ji Cizîrê heta Hatayê, ji Şirnexê heta Bûrsayê, ji Wanê heta Aydinê, ji Cizîrê heta Mûxlayê, ji Mêrdînê heta Stenbolê li 76 navendan bi milyonan însan herikî qadan û îradeya xwe danî holê. Tenê li Kurdistanê û Tirkiyê li derveyî welat jî bi milyonan însan Newroz pîroz kir. Bi milyonan kes li dijî faşîzmê û zilmê  dengê xwe bilind kir û Newrozek dîrokî pîroz kir. Bi milyonan kes got, ‘heke zilm hebe, berxwedan jî heye’ û wêrekî û baweriya xwe nîşan da. Bi milyonan kes aştî û azadiyê qîr kir. Xelkê carek din got hûn nikarin îradeya min tune bihesibînin. 
 
DENGÊ AMEDÊ GIHÎŞT STENBOLÊ 
 
Gelê kurd û dostên xwe bi agirê Newrozê bersiva tarîtiya faşîzmê dan. Daxwaza azadî û berxwedanê ya gelê kurd îktidarê aciz kir. Çimkî di Newroza Amedê de xwestin ku xelkê asteng bikin û qada Newroza Amedê qada vala nîşan bidin. Zilm û îşkenceyê li xelkê kirin lê gelê nikaribûn berxwedan û sekna gelê Amedê bişikînin. Xeyala wan hebû qadê vala bihêlin lê xeyala wan têkçû. Xelkê astengiyên wan nas nekir û carek din bi destê medyayê Newrozê sansûr kirin û lê nikaribûn daxwaza bi milyonan kurd veşêrin. Astengiya wan bi ser neket. Dengê Amedê gihîşti Serhedê, Botanê, Stenbol û Egeyê. Deng û daxwaza gel li her derê olan da. Xelkê me tevî hemû astengiyan jî got, ‘dem dema serkeftinê û azadiyê û yekitiyê ye’. bi milyonan xelkê me daxwaz kir ku zimanê wan bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Xelkê ji şer re got na û got bila anha aştî pêk were. 
 
GEL GOT DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN 
 
Xelkê me nîşanî îktidarê da ku kes nikare îradeya wan rehine bigire, kes nikare îradeya wan desteser bike û dê îradeya wan neyê astengkirin û darbe li hember îradeya wan pêk bîne. Bi milyonan kes li derdora partiya xwe HDP’ê bûn xelek û beyan kirin ku kes nikare bi dozên girtin û komployê partiya wan bigire û pêşiya siyaseta demokratîk bigire. Newrozê nîşan da ku pirsgirêka kurd bi tecrîdê, bi dijminatiya kurdan, înkar û îmhayê çareser nabe, bi diyalog û muzakereyan û polîtîkayên aştiyane dikare were çareserkirin. Bi milyonan kes carek din nîşan da ku ew li pey nameya çareseriyê ya 2013’an in û Mutabakata Dolmabahçeyê ya 2015’an in. Bi milyonan kes xwest ku tavilê ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Gelê kurd xwest qedexe, zext û polîtîkaya asîmîlasyonê li ser zimanê wan zikmakî bê rakirin û xelkê got, ‘zimanê min rûmet, nasnameya min e û ez ê heta dawî li rûmeta xwe xwedî derkevim’.  
 
AZADÎ BI JINAN PÊKAN E 
 
Jinan ruhê 8’ê Adarê bir qadên Newrozê û carek din bi awayek xurt qîr kirin ji bilî azadiyê tu rêyek din nîne. Jinan nîşan da ku welat bi jinan dikare were azadkirin.”
 
Bûldan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser siyaseta Rêya Sêyemîn û mirinên li zinandan, neberdana girtiyên nexweş û berdana wan hatiye taloqkirin û nobedên edaletê û destnîşan kir ku girtî ne bêxwedî ne.