Partiyên muxalif hişyar kir: Ewlehiya hilbijartinê namîne

img

ENQERE - Piştî AKP-MHP'ê pêşniyarnameya "Zagona Îtifaqê" ya ji bo îtîfaqa hilbijartinê xistin rojevê, bertek û nerazîbûn jî zêde bûn. Nûnerên partiyên siyasî yên CHP û HDP'ê bertek nîşanî vê pêşnûmayê dan û diyar kirin ku bi vê guhertinê dê ewlehiya hilbijartinê ji holê rabe.

AKP û MHP'ê piştî li ser îtîfaqa hilbijartinê li hev kirin, ji bo hilbijartinê pêşnûmeyek amade kirin û dixwazin bikin zagon. Pişti AKP'ê li ser îtîfaqê li hev kir pêşnûmeya “Zagona îttîfaqê" amade kirin û dest bi mesaiyê kirin. Li gorî pêşnûmayê dê pisûleyên bê mohr jî derbas bibin û sindoqên seyar dê bên avakirin. Dîsa serokê sindoqan jî dê li gorî pîvanên nû bên hilbijartin. Di milê ewlehiya sindoq û hilbijartinê de fikar û nerazibûn zêde dibin. Nûnerên partiyên muxalif bertek nîşanî vê pêşnûmayê dan û diyar kirin ku ewlehiya hilbijartinê namîne. 
 
Nûnerê Lijneya Hilbijartina Bilind yê CHP’î Mehmet Hamidi Yakupoglu, anî ziman ku bi vê guhertinê dê ewlehiya hilbijartinê nemîne. Yakupoglu, anî ziman ku AKP bi vê yekê dixwaze daxwazên xwe rewa bike û wiha got: "AKP di 5 hilbijartinên dawî de hilbijartinê dixe rojeva YSK’ê. Tevî ku ev daxwazên AKP'ê tên redkirin jî dawiya dawî vê daxwaza xwe dixwaze têxe meriyetê. Hemû guhertinên tên kirin ji bo ewlehiya hilbijartinêm li pêş me ji holê rakin tên kirin. AKP vê guhertinê li gorî daxwaz û berjewendiyên xwe diguherîne. 
 
MAFÊ HILBIJARTINÊ DÊ ÎHLAL BIBE
 
Yakupoglu, da zanin ku YSK'ê daxwazên AKP'ê di referanduma 16'ê Nisanê de jî red kir û wiha got: "Bi van guhertinan hemû erka hilbijartinê û sindoqan dide walî. YSK tişta bê pêş wê dê qebûl bike. Dê cihê sindoqan biguherînin. Ger ku sindoq cihê wan bê guhertin û cihê hilbijêran neyê guhertin dê çawa dengê xwe bavêjin sindoqan. Mafê hilbijêran a hilbijartinê dê bê îlhalkirin." 
 
Dixwazin sindoqên mobîl ava bikin. Divê cihê sindoqan neyê guhertin. Welatên ku cihê sindoqan lê tê guhertin welatên ku hilbijêrên wan 1-2 milyon in. Li Tirkiye 53 milyon hilbijêr hene. 
 
‘HÎLEYA 16'Ê NÎSANÊ REWA DIKIN
 
Yakupoglu, anî ziman ku di referanduma 16'ê Nîsanê de pisûleyên bêmohr derketin holê û ev yek nelirêtî û li dijî hiqûqê bû û wiha got: "Armanca mohrê venêrtina dengan e. Nelirêtiya di 16'ê Nisanê de derket holê dixwazin niha rewa bikin. 
 
Yakupoglu, da zanîn ku leşker û polîs li ser îxbarekê dikarin bên mudaxale bikin û dê zextê li ser hilbijêran bikin û wiha got: "Di 16'ê Nîsanê de li bajarên Rojhilat û başûrê Rojhilat gelek hilbijêr ji ber polîs û leşker li ser sindoqan bûn neçûn ser sindoqan. Encama ve yekê dê facîa be. 
 
HDP’Ê DIKE HEDEF 
 
Endamê Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) yê HDP'î Mehmet Tiryakî jî anî ziman ku ev guhertinên li ser hilbijartin û sindoqê tên kirin bi taybetî ji bo rê li pêş HDP’ê bigirin dikin û wiha got: "Armanc dikin ku li herêma cendirme, polîs û leşker lê hebe, hilbijartin di bin siya çekan de bê kirin. Ewlehiya hilbijartinê tune ye. Di nava tesîsa leşker û polîsan de sindoq nayê avakirin." 
 
MA / Hayri Demir