Buldan: Pirsgirêka kurd bêyî Îmraliyê çareser nabe

img
MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd e û wiha got: “Pirsgirêka kurd, bêyî Îmrali, kurdan û HDP’ê çareser nabe.” 
 
Rêxistina Bajar a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û bi dirûşma “Niha dema HDP’ê ye”, 4’emîn Kongreya Xwe ya Awarte li dar xist. Kongre li eywaneke dawetan a Mêrsînê hat kirin û pankartên “Heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e”, “Dawî li tecrîdê bînin, ji girtiyên nexweş re azadî” û “Em berxwedanê birêxistin dikin, ber bi azadiye ve dimeşin” hatibûn hilayîstin. Her wiha di kongreyê de beşdaran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
‘TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME’
 
Di kongreyê de nûnerên Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP), Meclisa Dayikên Aştiyê, partî û rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran welatî amade bûn. Welatiyên ku di saetên zû de hatibûn kongreyê, bi coşeke mezin xelekên govendê gerandin. Piştre jî dîwan hat diyarkirin û rêz hate girtin. Kongre, bi axaftina Hevserokê HDP’a Mêrsînê Mehmet Aliş ve dest pê kir. Aliş diyar kir ku rêya wan dûr e û têkoşîna wan jî bênavber didome û dê bidome. 
 
‘HDP, NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YE’
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî û bi kurdî beşdar silav kir. Buldan, di serî de ji rêveberiya nû re serkeftin xwest û wiha domand: “Di HDP’ê de wekhevî û azadî heye. HDP, navnîşana çareseriyê ya siyaseta Tirkiyeyê ye. Li dijî zîhniyeta ku dixwaze civak û welêt bi tarîtiyê dorpêç bike, di demekî ku bi taybet jî HDP hedef tê girtin de, di vê serdema zordarî û zalimane de ku li dijî civaka me her cureyên zilmê tên kirin, me hêviyek afirand. Daxwaza me ew e ku vê hêviyê hîn mezintir bikin.” 
 
‘BILA ERDOGAN XEYALAN BIBÎNE’
 
Buldan got ku li pêşiya hêzên dixwazin pergala îmha û înkarê li ser civakên Tirkiyeyê ferz bikin, astengiya herî mezin HDP ye û wiha pê de çû: “Em baş pê dizanîn ku sedema êrişan jî ev e. Serokomarek heye ku dibêje nikarin eywanan tije bikin. Bila ew ji xwe re wê xeyalan bibîne. Vaye li Mêrsînê rastî pêş çavan e. Bila li Edeneyê, li Amed, Dêrsim, Serhed û Botanê binihêrin. Em niha jî ketin meha adarê. Bila çavê wan li qadên 8’ê Adarê û Newrozê be. Wê demê dê baş bibînin bê ka taqet di HDP’ê de ma ye yan na.”
 
DOZÊN KOMPASÊ 
 
Di berdewamê de jî Buldan bal kişand ser hewldana girtina HDP’ê û wiha got: “Sedema van dozên kompasan, têkneçûna HDP’ê ye. Lewma du dozên kompasê vekirin. Yek jê Doza Kompasê ya Kobanê û ya din jî ya girtina HDP’ê. AKP û MHP’ê xwe daye gel yek û kompasên hevpar çêdikin. Şirîkê mezin pirtûka aboriyê û yê biçûk jî pirtûka HDP’ê dinivîsîne. MHP ji HDP’ê tiştekî fêm nake. Heke tiştek fêm bikira dîsa me tiştek jê re nedigot. Dozgerên herdu dozan jî AKP û MHP ne. Bila gelê me vê yekê baş bizane.” 
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ HDP’Ê 
 
Buldan bi domdarî jî qala êrişên li ser avahiyên partiya wan kir û ev tişt anî ziman: “HDP rêgeha siyaseta Tirkiyeyê diyar dike û em ê rê nedin van êrişan. Gelê me dê hesaba van êrişan li ser sindoqan ji wan bipirse. Hema hema rojane li dijî rêxistinên me yên bajêr û navçeyan êriş tên kirin. Xebatkarên partiyên girtin û binçavkirin. Em baş pê dizanin bê ka ev êriş bingeha xwe ji ku digirin. Lê hûn çi dikin bikin, dê nekarin bi ser kevin. Mezinên we yên weke Kenan Evren û Tansu Çîller nekarî bi ser kevin û hûn jê dê nekarin. Tenê yek HDP’î jî bimîne dê kesek nekare deriyê wê bigire. Em baş bi sedema dijminatiya wan dizanin. Dijminatiya wan a li hemberî kurdan jî em baş dizanin. Lê heta niha tu desthilatiyekê nekarî bi dijminatiya li dijî kurdan re bi ser keve. Hûn jî dê nekarin.” 
 
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD
 
Buldan piştre jî bal kişand ser pirsgirêka kurd û ev nirxandin kir: “Yek ji mezintirîn pirsgirêka vî welatî, pirsgirêka kurd e. Lê desthilatî dixwaze bi tecrîd û înkarê çareser bike. Ev pirsgirêk bi tecrîdê çareser nabe. Di serî de li Girtîgeha Îmraliyê, niha li gelek girtîgehan binpêkirinên derhiqûqî hene. Divê baş bê zanîn ku pirsgirêka kurd bêyî Îmraliyê, kurdan û HDP’ê çareser nabe. Bêguman ev çerx heta dawiyê nadome. Dê rojên aştiyane û bi aram jî bên. HDP jî ji bo van rojan heye. Lewma dem, dema mezinkirin û bihêzkirina HDP’ê ye. Tevî hemû zext, zordarî û zilman jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Piştî axaftina Buldan, raporên malî û çalakiyan hatin xwendin. Di dawiya kongreyê de jî hilbijartin hat kirin û Bedriye Kuş û Hoşyar Sariyildiz weke hevserokên HDP’a Mêrsînê hatin hilbijartin.