HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye

img

MÊRSÎN - Hevserokê HDP’a Mêrsînê Mehmet Aliş diyar kir ku wan amadekariyên kongreya xwe temam kirine û banga beşdariya kongreyê li xelkê Mêrsînê kir. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Mêrsînê dê bi dirûşma “Niha Dema HDP’ê ye” Kongreya xwe ya Asayî ya 4’emîn li dar bixe. Kongre dê roja yekşemê di 20’ê mehê de li eywanek Mêrsînê were lidarxistin. Amadekariyên ji bo li dar xistina kongreyê didomin û dê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan beşdarî kongreyê bibe. 
 
Hevserokê Rêxistina HDP’a Mêrsînê Mehmet Aliş diyar kir ku HDP wek bajarên din li Mêrsînê jî di pêvajoyek girîng de kongreya xwe li dar dixe û ew ê li Mêrsînê bi beşdariya hemû aliyan kongreya xwe li dar bixin û beşdariya hemû aliyan a kongreyê jî dê girîng be. 
 
‘JI BO AVAKIRINA RÊYA SÊYEMÎN…’
 
Aliş anî ziman ku ew di serdemek ku aborî, civakî û siyaset ketiye nava krîzek mezin û zextên li ser siyaseta kurd zêde bûne de kongreya xwe li dar dixin û şirîkatiya AKP-MHP’ê ku îktidariyê dikin dixwazin HDP’ê derveyî siyasetê bihêlin. Aliş destnîşan kir ku HDP bi xwedîderketina gelan bi awayek hêz rêya xwe didomîne û got: “HDP hem li hember tifaqa Cumhur hem jî li hember tifaqa Millet alternatîfa tifaqa Rêya Sêyemîn pêşkêş dike. Vê perspektîfa ku HDP’ê afirandiye hêvî dide xelkê. Em jî di serdemek wiha de li Mêrsînê kongreya xwe li dar dixin. Lewma beşdariya kongreyê girîng e. Ji bo avakirina Rêya Sêyemîn dem dema em bi HDP’ê re bin. Em hemû gelê xwe vedixwînin kongreyê û werin em bêjin niha dem dema HDP’ê ye.”