HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir

img
 
ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, belavokan belav kir û gel vexwend kongreya xwe. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Îzmîrê, di 13'ê sibatê de wê bi şîara "Niha dema HDP'ê ye" 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan pêk bîne. Beriya kongreyê parlamanterên HDP'ê Serpîl Kemalbay, Gulistan Kiliç Koçyîgît û Abdûllah Koç li navçeyaên Bayrakli, Karabaglar û Karşiyakayê belavokan belav kirin û gel xwendin kongreyê HDP'ê ya Bajar.