HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin

img
ÎZMÎR – Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, li navçeya Çîgîl û Torbaliyê belavok belav kirin û gel vexwand kongreyê. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, xebatên xwe yên ji bo Kongreya Asayî ya 4'an ku dê di 13'ê Sibatê de bi dirûşmeya "Dem dema HDP'ê ye" li dar bixe, didomîne. Beriya kongreya ku dê bi beşdarbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bê lidarxistin, parlementerên HDP'ê yên bajêr Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî jî di nav de li navçeya Çîgîl û Torbaliyê belavok hatin belavkirin. 
 
BELAVOK BELAV KIRIN
 
HDP'iyên li ber avahiya partiyê ya Çîgîlê kom bbûn, bi beşdrabûyîna Kemalbayê li bazara semtê belavok belav kirin. Kemalbay bi esnaf û welatiyên li bazarê re sohbet kir û ji bo guherandina pergalê bal kişand ser têkoşîna bi hev re. HDP'iyan welatiyan vexwand kongreyê. 
 
Li navçeya Torbali jî bi beşdarbûna parlementer Mûrat Çepnî û Hevseroka HDP'î Besriye Tekgurê belavok hatin belavkirin. Çepnî bi esnafan re axivî û diyar kir ku dê li dijî xizaniyê bitêkoşin. 
 
HDP'iyan welatî û esnafan vexwandin kongreya ku dê di 13'ê Sibatê de bê lidarxistin.