HDP amadekariyên parastina xwe dike: Wê nikaribin vê fikriyatê asteng bikin

img

ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku dozger bi doza girtinê dixwaze fikriyata HDP’ê bike hedef û got: “Ev fikr û raman wê bi her awayî biherike. Ne mimkikn tu bend û qeyd herikîna vî çemî rawestînin.”    

Di doza ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû vekirin, di 29'ê Mijdara 2021'an de mutalaya esasê pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn hat kirin. Ev mutalaya ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ve hatibû amadekirin, di 20'ê Çileya 2022'an de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve radestî HDP'ê hat kirin. HDP'ê piştî parastina destpêkê ya 127 rûpelî ya ku li dijî mutalayê pêşkêş kir, xebatên xwe yên ji bo parastina esasî bil ez kir. 
 
Di lêpirsîn û pey ketinên îdianameyê de dozgeriyên derbarê 451 kesên di nava HDP'ê de siyasetê dikin ji 28 cureyên “sûc” 121 heb sûc araste kiriye. Ji 526 lêpirsînên ku derbarê 451 kesan de hatin vekirin, 79 jê ji ber fezlekeyan in û 177 jî ji ber lêpirsînên berdewam in. 347 lêpirsîn jî derbasî qonaxa pey ketinê nebûne. Di îdianameyê de derbarê 451 kesan de qedexekirina siyasetê tê xwestin. 
 
Ji bo HDP’ê 30 roj hatiye nasîn û wê di vê demê de derbarê esasê de parastina xwe pêşkêş bike. Amadekariyên HDP’ê yên derbarê parastinê de berdewam dikin. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî yê di nava ekîba amadekirina parastinê de cih digire derbarê vê dozê de ji ajansa me re axivî. 
 
Tiryakî destnîşan kir ku bi kampanyayek siyasî re doza girtinê li HDP’ê hat vekirin û bi pêvajoyek dişibe pêvajoya doz vekikirinê re dibe Dadgeha Destûra Bingehîn di warê girtinê de biryarek bide lê wê ev bi aqilek siyasî vê biryarê bide. 
 
‘TÊ XWESTIN KU FIKRÊ HDP’Ê WERE FELCKIRIN’ 
 
Tiryakî anî ziman k udi îdianameyê de ji bo 451 kesan qedexeya siyasetê tê xwestin û got: “Di nav van 451 kesan de 127 parlamenterên ku bi lîsteyên HDP’ê ketine Meclisê û di nava HDP’ê de siyasetê dikin hene. Niha 56 parlementerên HDPê hene û ji 56 parlementeran 53 parlementer jî tê xwestin ku ji siyaset bên qedexekirin. Tenê ji wekîlên me Alî Kenanoglû, Erol Katircioglû û Abdullah Koç qedexekirina siyasetê nayê xwestin. Ev karekî wisa bêdîsîplîn e; Di îdianameya yekem de navê wekîlekî din tunebû, ew ket îdianameya duyemîn. Kesên ku navên wan di îdianameya ewil de hebû îro ji lîsteyê hatin derxistin. Ew ne tiştek ku bi taybetî hatiye lêkolînkirin. Her kesên di nava HDP'ê de siyasetê dikin dixwazin siyasetê li wan bê qedexekirin. Ne tenê qedexekirina li ser siyasetmedaran tê xwestin. Tişta ku Serdozgerê Komarê dixwaze ew e ku hemû kesên di HDP'ê de siyaset kirine bi rengekî qedexe bike û careke din nikaribin siyasetê bikin. Tê xwestin ku ev fikir bê felckirin. Sedema ku ev qas wekîl tevli bûne yekane ev e, îzahateke din nîne.” 
 
Tiryakî destnîşan kir ku bi vê doza girtina partiya wan dixwazin pêvajoya çareseriyê bidarizînin. 
 
HDP DIXWEST BARÊ PÊVAJOYÊ SIVIK BIKE
 
Tiryakî diyar kir ku pêvajoya çareseriyê bu du alî dihat birêvebirin û got: “Li aliyekî PKK hebû. Li aliyê din jî dewlet hebû. A rast HDP’ê tenê dixwest ji bo vê pêvajoyê hêsantir birêve bibe û wisa wezîfeyê dabû ser milê xwe. Di heman demê de HDP partiyek li Meclisê bû û bi hikumet û raya giştî re di nava têkiliyê de bû. Bi rêveberên PKK’ê yên payebilind re jî hin hevdîtinan kir. HDP di pozîsyona herî masûm de bû. Dixwest bi rola hêsankirina pêvajoya çareseriyê rabe. Lê belê aliyên pêvajoya çareseriyê cuda bûn. Nîşandana mîna ku HDP sûc kiriye, ne li gorî rêgezên edaletê, ne li gorî prensîbên peymanên navnetewî ye û tu eleqeya wê bi rêgezên mafê aştiyê re nîne.”
 
AMADEKARIYÊN PARASTINÊ DIDOME 
 
Tiryakî bal kişand ser amadekariyên ekîba wan hiqûqê ku derbarê parastinê de amadekariyan dikin û ew birêkûpêk ji bo parastinê wek tîmekê li serê dixebitin. Tiryakî got ew ê di parastina ku amade dikin de balê bikişînin ser her mijarê û parastinek xurt amade bike û pêşkêş bikin. 
 
Tiryakî da zanîn ku wan daxwaza dema zêde kiriye lê hêj tu biryarek ji bo wê nehatiye dayîn û ew vê pêvajoyê jî ji nêz ve dişopînin. 
 
‘EM JI DARAZEK KU POLÎTÎK BÛYE NE BI HÊVÎ NE’ 
 
Tiryakî destnîşan kir ku di warê hiqûqî de tu bingeha vê dozê nîne û got: “Em pir nebawerin darazek ku ewqas polîtîk bûye di çarçoveya bêalî, serbixwe, adilane û hiqûqî de biryarek bide. Çimkî em qala dozek ku ji aliyê Tifaqa Cumhur ve hatiye vekirin ve dikin. Heta niha wekîlek, rêveberek AKP’ê derbarê vê dozê de tu tiştek negotiye û negotiye ku ev şaşîtî ye. Piştî ewqas kampanya reşkirina partiya me meriv nikare ji Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi hêvî be.” 
 
‘WÊ EV RÛBAR HER BIHERIKE’ 
 
Tiyrakî anî ziman ku HDP tenê ji avahiyan pêkhatî nîne û got: “Dibe ku derbarê HDP’ê de biryara girtinê bidin. Dozger bi doza girtinê dixwaze fikriyata HDP’ê bike hedef û got: “Ev fikr û raman wê bi her awayî biherike. Ne mimkikn tu bend û qeyd herikîna vî çemî rawestînin. Çimkî HDP di dilê bi milyonan xelkê me de ye. Wê ev îqtidar bi vê hewldanê negihîje armanca xwe. Em hêvîdarin wê biryarek ku her tiştî serûbin bike neyê dayîn. Çimkî wê ev tesîrê li ser her aliyî bike. Lê heke ku biryarek wiha were dayîn jî helbet wê HDP ji xwe re rê û rêbazên ku herikîna xwe bidomîne bibîne.” 
 
MA / Bêrîvan Altan