Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin

img

AMED - Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan diyar kirin ku gotinên Kiliçdaroglu bi wate ne lê belê têr nakin. 

Li Tirkiyê tifaqên siyasî ango hilbijartinê tên nîqaşkirin. Balkêş e ku lîderên partiyên siyasî hemûyan bi germbûna rojeva hilbijartinê re awirên xwe zivirandine ser hilbijêrên kurd. Li aliyekî ev bu du sê hefte ne Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li ser Ocalan daixive li aliyekî jî Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu daxuyaniya, “Rêya demokrasiyê di Amedê de derbas dibe” da. 
 
Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Bajêrê Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy têkildarî daxuyaniya Kiliçdaroglu ji ajansa me re axivîn. 
 
GOTIN Û EMELÊN WAN HEV NAGIRIN 
 
Hevserokê Bajêr Zeyyat Ceylan bi bîr xist ku dema berê jî gelek siyasetmedaran di hin mijaran de îşaretî Amedê kiribûn û îro jî daxuyaniyên dişibin wan daxuyaniyên berê tên kirin. Ceylan da zanîn ku gotina “Riya demokrasiyê di Amedê de derbas dibe” tevî her tiştî xwedî rastiyekê ye û got: “Lê bila wek yên berê ev gotin li ser xwesteka bibin îqtidar be. Gotin û emelê tu siyasetmedarekî hev negirt.” 
 
‘BILA NE JI BO BIBIN ÎQTIDAR WERIN AMEDÊ’ 
 
Ceylan bal kişand ser gotinên ji bo Amedê û pirsgirêka kurd û got: “Em jî dibêjin maneya gotinên wan ev e; yên ku kurdan nebîne, HDP’ê nebîne, Amedê nebîne dê nikaribe li Kurdistanê siyasetê bike û wê nikaribe bibe îqtidar. Ji ber vê yekê ye hemû kesên dixwazin bibin rêveberî her tim dixwazin Amedê bînin ziman. Yên ku gotin, ‘Riya Yekîtiya Ewropayê di Amedê derbas dibe’ bi dijwarî êrişî Amedê kirin. Xwestin îradeya kurdan bişikînin û krîmînalîze bikin. Xwestin pirsgirêka kurd bi riya şer çareser bikin.” 
 
'EM WÎ VEDIXWÎNIN ÇARESERIYÊ’ 
 
Ceylan anî ziman ku ji bo gotinên Kiliçdaroglu bibe xwedî wate ew wî vedixwînin “çareseriya pirsgirêka kurd” û wiha got: “Em gazî Kiliçdaroglu dikin ku jidil nêz bibe. Em wî vedixwînin ku ew jî emelên îqtidarên berê neke. Bila ji daxwazên gelê kurd re guhên xwe vekin û hurmet nîşan bidin. Heke hûn ji dil bin nehewceyî van gotinên şîronok in. Heke bi rastî jî hûn dixwazin pirsgirêkên li Kurdistana me çareser bibin, rakin perspektîfa xwe çareseriyê û werin Amedê. Wê çaxê wê kurd jî û HDP jî viya bibînin.” 
 
‘DAXUYANÎ WATEDAR E LÊ BELÊ TÊR NAKE’ 
 
Hevseroka Bajêr Gulistan Atasoy jî destnîşan kir ku gotinên ku Kiliçdaroglû anî ziman watedar in lê belê ev gotin tenê têr nakin û got: “Heke Kiliçdaroglu beriya were Amedê vê gotinê bibêje û çendek beriya niha jî li cihekî din dibêje ‘Kurdistan tune ye’ tê maneyê ku hêj CHP xwe ji paradoksan xelas nekiriye. Çareserkirina meseleya kurd bi muxatabê wê re dikare were çareserkirin. Divê Kiliçdaroglu beriya gotinan bike û were Amedê divê ji bo çareseriyê divê çi bikin û jidilbûna xwe nîşan bide.” 
 
MA / Ergîn Çaglar