HDP: Di êrişa Hesekê de bi SÎHA’yan alîkarî dan DAIŞ’ê

img

ENQERE - Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê daxuyaniyek da. HDP’ê diyar kir ku di dema êrişê de şervanên HSD’ê ji bo destwerdana li rewşê xwestin derbasî Hesekê bibin lê belê rastî êrişa SÎHA’yan hatin. HDP’ê ev yek weke ‘alîkariya hewayî ya bi DAIŞ’ê re’ pênase kir û xwest ku hêzên li pişt vê êrişê bên lêkolînkirin.

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknaz Uca û Hişyar Ozsoy têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya di 20’ê Çileyê li Hesekê pêk anîn daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di şerê Sûriyeyê de DAIŞ’ê li dijî mirovahiyê sûcên herî giran kirine, nepêkane ku ev êriş bi tena serê xwe plan kiribe û pêk anîbe. Komîsyonê daxuyand ku ji ber alîkariya hêzên tarî hêj niha jî DAIŞ li ser gelên herêmê gefeke mezin e. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku DAIŞ’iyên êriş pêk anîn ji herêmên di bin serweriya Tirkiyeyê de derbasî Hesekê bûne û daxuyanî wiha dom kir: “Derket holê ku hinek çekên van DAIŞ’iyan bi kar anîn, çekên NATO’yê ne. Her wiha yekîneyên ji Kobanê bo alîkariyê diçûn Hesekê jî rastî êrişa SÎHA’yan hatin. Ev yek alîkariya hewayî ya bi DAIŞ’ê re ye. Di serî de Tirkiye, hewceye endamên NATO’yê piştperdeya vê êrişê û îdiayên di çapemeniyê de tên parvekirin zelal bikin.” 
 
JI BO DARIZANDINA DAIŞ’IYAN BANG
 
Komîsyonê herî dawî bal kişand ser darizandina DAIŞ’iyan û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Her çend ku ji bo darizandina endamên DAIŞ’ê, malbatên wan û zarokên wan gelek caran bang hatibin kirin jî, heta niha ev bang nehatine bersivandin. Tê zanîn ku li girtîgeha bûye armanca êrişê herî kêm 850 zarok hene. Derdora 5 hezar DAIŞ’iyên ji welatên cuda jî li wir in. Ewlehiya van kesan ne tenê berpirsyariya HSD’ê, berpirsyariya hemû dewletên ku hemwelatiyên wan li wir in. Em bang dikin ku her dewlet hemwelatiyên xwe ji wir bibe û li welatên xwe bidarizîne. Nexwe ev DAIŞ’iyên girtî di serî de Sûriye, dê ji bo Rojhilata Navîn û hemû cîhanê wek gefeke mayînde bimîne.”