Ozsoy êrîşên li dijî goristan û cenazeyan ji Soylû pirsî

img
AMED - Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy, êrişên li dijî goristan û cenazeyan ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû pirsî. 
 
Berdevkê Têkiliyên Derve û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy, êrişên li dijî goristanên mislimanan ku beriya çend rojan li Almanyayê pêk hatibûn bi bîr xist û têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bibersivîne pêşnûmerpirsekê da Serokatiya Meclisê. Ozsoy, ji Soylû pirsa ku helwesta wezareta wî ya li hemberî êrişa goristanê ya li Almanyayê çî ye û derbarê êrişên li dijî goristanên li Kurdistanê de jî pirsan ji Soylû kir û xwest ku têkildarî mijarê daxuyanî bide.