Gergerlîoglu: Gelo divê cenazeyê Tugluk derkeve?

img
STENBOL - Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu li ber Girtîgeha Kandirayê bal kişand ser rewşa tenduristiya Aysel Tugluk û bang li îqtidarê kir û got: “Gelo bila cenazeyê Aysel Tugluk ji vir derkeve?” 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tugluk û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li ber Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê daxuyanî da. Gergerlîoglu bal kişand ser mirinên li girtîgehan û banga berdana siyasetmedar Aysel Tugluk a li Girtîgeha Kandirayê tê ragirtin kir. 
 
‘GELO BILA CENAZEYÊ WÊ DERKEVE?’
 
Gergerlîoglu destnîşan kir ku Tugluk li girtîgehê ketiye rewşek pir tengavî û hatiye wê astê ku nikare pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bike û got: “Ez dixwazim ji rayedaran, îqtidara Tirkiyê û dewletên dinyayê vê pirsê bipirsim; gelo bila bûyerek duyemîn a wek Garîbe Gezer pêk were? Gelo bila cenazeyê Aysel Tugluk ji vir derkeve? Gelo bila bikeve haletê mirinê û hêj derkeve? Hûn çi dixwazin û li benda çi ne? Divê demildest cezayê Aysel Tugluk were taloqkirin. Divê ewqas zilm li mirovekî neyê kirin. Bi salan e em dosyeyên girtiyan pêşkêşî Wezareta Dadê dikin, lê wezîfeya xwe pêk nayine. Heke wezîfeya xwe bicih bianiya wê ewqas girtî nemiribûna. Divê di şexsê Tugluk de hemû girtiyên nexweş tavilê werin berdan. Bila Wezareta Dadê were edaletê.”