HDP’ê serdana Partiya DEVA’yê kir: Divê demildest hilbijartina pêşwext pêk were

img
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar serdana Partiya DEVA’yê kirin û banga hilbijartina pêşwext kirin. Alî Babacan jî got wê hevdîtinên şêwrê û diyalogê berdewam bikin. 
 
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li gel şandeya xwe serdana Partiya DEVA’yê kirin. Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan pêşwazî li şandeya HDP’ê kir. Civîna navbera herdu partiyan nêzî du saetan berdewam kir. 
 
Piştî hevdîtinê Buldan û Sancar û Alî Babacan civîna hevpar a çapemeniyê li dar xistin. 
 
Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan di civînê de axivî û got: “Ji bo mazûvaniya DEVA’yê em spasiyê xwe dikin. Ez dixwazim bêjim ku me civînek bi qîmet û girîng pêkanî.” 
 
‘WÊ HEVDÎTIN BERDEWAM BIKIN’ 
 
Buldan diyar kir ku di hevdîtinên xwe de li ser krîza aborî û hilbijartinên pêşwext dişêwirîn û wiha got: “Ez dixwazim bibêjim ku ev civîn di rewşeke ku gelek qeyran lê hene, bi taybetî jî krîza aborî heye, girîng û bi nirx in. Tirkiye ber bi karesatekê ve diçe, ji ber wê hestê ku em wek aliyên opozisyonê di xala vê karesatê de xwedî berpirsyariyeke mezin in, dê ev gotûbêj berdewam bin. Em wek partiyên opozisyonê çawa dikarin çareseriyekê ji vê qeyrana aborî re bibînin, ku Tirkiye pir hejandiye û feqîriyeke kûr lê heye. Helbet îro di civîna me li gel Partiya DEVA jî got ku divê hilbijartina pêşwext bibe hêmaneke bingehîn a vê çareseriyê. Em dixwazin careke din banga xwe ya hilbijartinên pêşwext nû bikin. Li gorî hêviyên civaka Tirkiyeyê, em îdia dikin ku divê demildest hilbijartineke pêşwext li welat bê kirin, bi rêveberiyeke nû û bi feraseteke demokratîk derî bên vekirin. Me îro li ser van mijaran nîqaş kir û bi hev şêwirîn. Ez dixwazim dubare bikim ku wê ev hevdîtin berdewam bikin."
 
MEKANÎZMAYÊN DEMOKRATÎK 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku armanca sereke ya hevdîtinan ew e ku di navbera partiyên muxalefetê de diyalog û şêwir bên xurtkirin û got: “Têgihiştinek li hember me heye ku desthilatdariya heyî bi her awayî hewl dide desthilatdariya xwe biparêze. Em jî dibêjin pêwîstî pê heye ku va li hember vê desthilatdariyê muxalefetek mezin heye ku dê li dijî vê ferasetê mekanîzmayên demokratîk bimeşîne û biparêz e. Di vir de armanc ew e ku mekanîzmayên diyalog û şêwirê bixebitin. Li vir armanc ne nîqaşkirina tifaqan e, mekanîzmayên ku li hemberî pirsgirêkan îradeya hevpar derxin holê ye. Ev serdan û hevdîtin ji bo ku vê kevneşopiya demokratîk bi têgihiştina aştî û aramiya pêşerojê ji civakê re bidin nasîn e.”
 
‘PÊWÎSTÎ BI AŞTIYA CIVAKÎ HEYE’ 
 
Sancar anî ziman ku pirsgirêkên sereke yên ku ew niha pê re rûbirû mane zextên îqtidarê yên li ser muxalefetê ne û wiha got: “Weke HDP’ê ji bo ku em di vî warî de erka xwe pêk bînin me dest bi van hevdîtinan kir. Em ê bi pêşniyara xwe ya ji bo diyaloga zêdetir li dijî polîtîkayên cudaxwaziyê û zêdetir demokrasiyê li dijî dijminatiyê hevdîtinên xwe yên bi partiyan re bidomînin. Aştiya civakî deriyê herî xurt e li ser rêya demokrasiyê. Ya ku wê aştiya civakî misoger bike ev e ku çand, kevneşopî û îradeya şêwrê bi hev re bi cudahiyan vebikin. Me berê jî di hevdîtinên li gel her du aliyan de tekezî li ser vê yekê kiribû. Em gelekî kêfxweş in ku em di vê mijarê de bi Partiya DEVA re di nav lihevkirin û lihevhatinek mezin de ne. Wezîfeya me hemûyan heye ku em tevkariyê li avakirina vê hewa û vê atmosfera hêviyê bikin. Ez wisa difikirim ku diyalog di cîbicîkirina erkên me de feydeyeke mezin e. Dîsa spasiya birêz Babacan û partiya wî dikim.” 
 
BABACAN: DIVÊ ÎQTDAR WERE GUHERTIN 
 
Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan jî diyar kir ku welatê wan di krîzek pir kûr de derbas dibe û feqîriyê  û bêkariyê serê xwe rakiriye diçe. Babacan destnîşan kir pêwîste ev îqtidar biguhere û divê welatê wan demildest vegere ser pergala parlementeriyê ya hêzdar. Babacan anî ziman ku ji bo ew vê ferasetê û îqtidarê biguherînin pêdivî bi hilbijartinek pêşwext heye û her çiqas zor û zehmetî li pêşiya wan in jî lê çareserî jî ewqas nêzîkî wan e. Babacan destnîşan kir ku wan mijarên girîng nirxandin e û wê ev hevdîtinên şêwirê û diyalogê li gel partiyên muxalefetê berdewam bikin.
 
Şandeya HDP’ê wê herî dawî îro serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu bike.