Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin

img
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku girtîgeh bûne "malên mirinê" û bang li Wezareta Dadê kir ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Bi gotina girtîgehên li welatekî eynika demokrasiya wî welatî ne dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Di nava 48 saetên dawî de 3 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Mixabin girtîgehên Tirkiyeyê veguherîne malên mirinê. Tenê di hefteya dawî de du girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Halîl Guneş li Girtîgeha Amedê, Abdulrezzak Suyur li Girtîgeha Şakranê jiyana xwe ji dest dan û tabûtên wan teslîmî malbatên wan hatin kirin. Mafên wan ên dermankirin û tendirustiyê hatin astengkirin. Ew terkî mirinê hatin kirin. Halîl Guneş 29 sal in di girtîgehê de bû û bi tena serê xwe terkî mirinê hat kirin. Tedawiya pençeşêra hestiyan didît. Di serî de Ulucanlar li gelek girtîgehan ma. Lê belê Wezareta Dadê ya vî welatî mirin lê ferz kir û lê zilm û îşkence kir."
 
 
'HIQÛQA DIJMINATIYÊ TÊ SEPANDIN'
 
Gunay, bal kişand ser mirina bi guman a Garibe Gezer a ku îşkence û tecawiz lê hatibû kirin û wiha berdewam kir: "Garibeyê bi nameyên xwe xwest dengê xwe bide bihîstin lê belê Wezareta Dadê li hember wê ker û lal ma. Gotin întihar e û mohra xwe li bin cinayetekê xistin. Dema mijar dibe kurd ATK raporên cinayetê amade dike. Ev nîşaneya berbiçave ku dema mijar bibe kurd û muhalif, hiqûqa dijminatiyê tê sepandin. Em vê yekê qebûl nakin. Dev ji hiqûqa dijminatiyê berdin. Dev ji pêkanînên li girtîgehên ku vedigerînin cihên mirinê û ji hiqûqa dijminatiyê berdin. Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş tehliye bikin."
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA LI DIJÎ PERGALA FAŞÎZAN BIDOMÎNIN'
 
Gunay, diyar kir ku hevdîtinên budçeyê didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro dolar ji 15 TL derbas kir. Rewşa welat li ber çavan e. Divê em bipirsin zêdebûna dolar kê dewlemend dike? Bi zêdebûna dolar kedkar û gel xizan dibe. Lîreyê tirk vediguherînin pûlê û kesên îktidar piştgiriyê didin wan dewlemend dibin. Dema hevdîtinên budçeyê dest pê kir me got ne budçeya şer a gel. Me ji qesrê re got ne ji şer ji gel re budçeyê veqetîne. Me ev hem li komîsyona binî hem jî li ya serî anî ziman. Di vê pergalê de qeyraneke siyasî heye. Gel li dijî qeyrana aboriyê li kuçeyan got em nikarin debara xwe bikin. Me bi gel re têkoşîna xwe meşand. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê pergala faşîzan jî bidomînin."
 
'EM DESTÛRÊ NADIN KU DARAZ BIBE DARÊ DESTÊ DESTHILATÊ'
 
Gunay, bi lêv kir ku partiya wan partiyeke ku muxalefeta herî mezin li dijî hikûmetê dike ye û wiha pê de çû: "Em dizanin ku dema hikûmet ji aliyê siyasî ve muxalefetê ji holê nikare rake, darazê wekî dar bi kar tîne. Mexdûrê vê yê herî mezin partiya me ye. Di dema ku muzakereyên butçeyê dewam dikirin, Doza Komploya Kobanê jî li Sîncanê dihat dîtin. Guhertina serok û endamê dadgehê nîşaneya destwerdana eşkere ya hikûmetê ya li darazê ye. Danişînên li dijî nerazîbûna hevalên me yên ji ber demek maqûl nedan hevalên me  pêk hatin. Serdemeke darizandinê ya bi hîle û komployan, nedayîna dema makul nîşaneya tirsa wan e. Ji ber ku hevalên me derewên wan li salonê li rûyên wan dibêjin. Ne HDP û ne jî dostên wê destûrê nadin ku daraz bibe darê destê desthilatê. Heval û hevalên me yên parêzer der barê dosyaya girtina partiya me de parastina me ya destpêkê amade kirin û pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kirin. Tenê parastina pêşîn wekî dersa di fakulteyên hiqûqê de tê fêrkirine. Ji ber ku em dizanin ew îdianame di kîjan odeyên tarî de hatiye amadekirin. Vê hawêra darazê muxalefet veguherand amûrek jiholêrakirinê. Doza girtinê mînaka vê ya herî zelal bû. Em ê doza girtinê jî têk bibin, mil bi mil bi gelê xwe re li kolanan têbikoşin û bi têkoşîna bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re em ê vê yekê pêk bînin, ji ber ku ev jî êrîşa li dijî demokrasiyê ye. Di kongreya me ya Stenbolê de ew wêneyê bi coş bersiva herî mezin a li hemberî van êrîşan bû, bersiva herî mezin bû ji bo kesên ku digotin êdî taqeta wan nemaye. Komîteyên me yên partiyê xebatên xwe yên ji bo avakirina zemîneke hevpar a têkoşînê bi hêzên demokrasiyê re li kolanan didomînin. Ev çalakî wê bê navber bidomin. Êrîşên li dijî HDP’ê êrîşên li dijî demokrasiyê ne. Werin em hemû bi parastina HDP’ê pêşeroja Tirkiyeyê biparêzin."
 
'ZIMANÊ KU NAYÊ FÊM KIRIN'
 
Gunay, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Sibehê roja dawî ya hevdîtinên butçeyê ye. Di van hevdîtinan de em bûn şahidê gelek tiştan, ya herî girîng jî dijminatiya dewletê ya li hemberî kurdan bû. Mîkrofonên hevalên me yên ku dixwestin çend hevokan bi kurdî bînin ziman hatin girtin. Seroka Meclîsê got 'em fêm nakin' hevalên me û axaftina wan weke 'zimanê ku nayê fêmkirin' kirin bin girtekan."