Derbarê kongreya HDP'a Stenbolê de gilî hat kirin

img
STENBOL - Midûriyeta Giştî ya Polîsan derbarê kongreya HDP'ê ya Stenbolê ku bi hezaran kes beşdar bûn de gilî kir. 
 
Midûriyeta Giştî ya Polîsan têkildarî Kongreya Asayî ya 4'emîn a Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Stenbolê ku duh bi beşdariya hezaran kes hat lidarxistin, serî li Serdozgeriya Komarê da û gilî kir. Polîsan dirûşmên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin berzkirin û sirûdên "rêxistinî" hatine xwendin weke hincet nîşan da.