HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe: Hezar silav ji Îmraliyê re

img
STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê bi dirûşma “Dem dema HDP’ê ye” 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Ji heft salî heta heftê saliyan bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê bi dirûşma “Dem dema HDP’ê ye” 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Kongre li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmeceyê tê lidarxistin. Ji heft saliyan heta heftê saliyan yanî ji zarokan bigire heta kal û pîran bi hezaran kes herikîn  eywana kongreyê. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP'ê, hemû pêkhateyên HDP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl û bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn. 
 
Li eywana kongreyê pankartên “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin”, “Jin di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in”, “Ne ji bo rejîma qeyûm ji bo îradeya gel li Stenbolê dema HDP’ê ye” û “Ji bo azadî û wekehviya jinan li Stenbolê dema HDP’ê ye” hatin daliqandin. Her wiha salon bi reng û alên HDP’ê hat xemilandin. 
 
 
SILAV ŞANDIN ÎMRALIYÊ 
 
Girseyek ku ket eywanê ji bîranîna Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, dirûşman berz kirin. Her wiha girseyê li eywanê bi yek dengî dirûşma "Silav silav hezar silav ji Îmraliyê re" berz kirin û dengê dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re li eywanê olan dan. 
 
Ciwanên ku ketin eywana kongreyê li ber stranan govendê gerandin û dirûşm berz kirin. 
 
Kongre bi hilbijartina dîwanê dest pê kir û ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin. Dû re wê sînevziyonek xebatên HDP’ê Stenbolê vedibêje hat nîşandan. 
 
Hevseroka niha ya HDP'a Stenbolê Elîf Bulut û Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr axaftinên kurt kirin. Hevserokê HDP'a Stenbolê yê niha Erdal Avci ji ber bi koronayê ketiye beşdarî kongreyê nebû. 
 
Di kongreyê de Koma Ma Muzîkê derket ser dikê û stranên ji hev xweştir strîn. 
 
Pişt re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar derket ser dikê û axivî.