Li şûna wezîr parlamenter bersiv da: Lêpîrsîn hatiye destpêkirin

img
ENQERE - Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, li meclisê pirsên derbarê cînayeta Garîbe Gezer de bêbersiv hişt. Li şûna Gul Parlamenterê AKP'ê Emîn Akbaşoglû, ragihand ku lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
 
Li Lîjneya Giştî ya Meclisê, li ser budçeyên Wezareta Daristan û Çandiniyê, Wezareta Parastinê û Wezareta Edaletê yên sala 2022'an û hesabê teqez ê sala 2020'an hevdîtin hatin kirin. Di tevahiya hevdîtinan de parlamenterên HDP'ê pirsa cînayeta Garîbe Gezer ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kirin. Lê Gul ne di axaftina xwe ya budçeyê de ne jî di beşa pirs û bersivan de bersiva parlamenterê HDP'ê neda. 
 
Li şûna Gul Serokwekîlê Koma AKP'ê Mûhammed Emîn Akbaşoglû bersiva pirsa parlamenterên HDP'ê da û ragihand ku derbarê cînayeta Gezer ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.