Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike

img
AMED - Nûnerên partiyên siyasî krîza aborî û siyasî ya ku AKP’ê roj bi roj mezintir dike nirxandin û deng û hêrsa ku li kuçeyan bilind dibe dê birina îqtidarê bi leztir bike. 
 
Polîtîkaya aboriyê ya desthilatdariyê AKP û MHP’ê ku bi rê ve dibe her roja ku diçe kûr dibe û têk diçe. Di rojên dawî de dovîz biha dibe û nirxê lîreyê tirk kêm dibe. Bi vê yekê re her tişt biha bûye, tesîrek mezin li ser xelkê dike û dibe sedema hêrsa welatiyan. Welatî derketin kolan û meydanan û gazî hikumetê kirin ku îstîfa bike û dibêjin çareseriya birêkûpêkirina aboriyê jî bi çûyîna hikumetê re pêkan e. Îqtidarê xwe li hember welatiyên derketin kolanan negirt û zextan li ser wan dike. 
 
Nûnerên partiyên siyasî wek HDP, Partiya Deva, Partiya Pêşerojê û Partiya Saadetê têkildarî polîtîkaya aboriyê ya îqtidarê û hêrsa xelkê ya li dijî krîza aborî û banga ji bo îstîfaya hikumetê ji ajansa me re axivîn. 
 
‘WÊ NIKARIBIN DENGÊ KOLANÊ BITEPISÎNIN’
 
Serokê Partiya Deva yê Amedê Cîhan Ulsen diyar kir ku polîtîkaya aboriyê ya ku bi salan e îqtidar birêve dibe tevahiya civakê xistiye nava feqîriyê û alîgirên xwe jî dewlemend kiriye. Ulsen da zanîn ku îqtidar bi hêza leşker û polîsan dixwaze dengê kolanê bitepisîne û got: “Çima vî dengî ditepisîne, çimkî dizane ev deng û hêrs wê dawiya wan bîne. Lê çi dikin bila bikin wê nikaribin vî dengê bitepisînin. Kes nikare tiştekî bi rehetî û azad bêje. Wê feqîrî, qedexe û nelirêtî dawiya wan bîne, wê ev sê tişt têkbirina wan bi leztir bike.” 
 
‘XELKÊ KARTA SOR NÎŞANÎ ÎQTIDARÊ DAYE’ 
 
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy jî destnîşan kir ku krîza aborî û siyasî ya ji hêla AKP’ê ve tê kirin ji sala 2018’an ve didome û got: “Îro kes nikare pêşiya vê krîzê bigire. Sedema kûrbûna krîza aborî ji ber polîtîkayên neolîberal û ewlehiyê ne. Vê polîtîkayê tesîra xwe li ser tevahiya civakê kiriye. Lewma gel gazî hikumetê dike ku îstîfa bike. Ji bo sermayedarên alîgirên xwe civakê dikin qurban. Tiştek tenê dikare krîzê çareser bike ew jî ew e ku demek zûtirîn çûyîna vê rêveberiyê ye. Xelkê êdî bi derew û kirinê wan hesiyaye. Xelk êdî kartê sor nîşanî îqtidarê dide.” 
 
KRÎZA MEZIN A ABORΠ
 
Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Aydin Altaç jî anî ziman ku yek ji krîzên mezintir a dîrokê ye û got: “Bi destê îqtidara AKP-MHP’ê aboriya Tirkiyê hildiweşe.” 
 
JI BER POLÎTÎKAYÊN RANTÊ 
 
Serokê Partiya Saadetê yê Amedê Abdurrahman Ergîn jî da zanîn ku ji ber polîtîkaya rantê ya îqtidara AKP’ê welat mehkûmî krîzek mezin hatiye kirin û ji ber têkçûna aboriya Tirkiyê gelek sktoran top avêtiye.
 
MA / Ergîn Çaglar