Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin

img
MÊRDÎN - Hevserokê HDP'a Mêrdînê Salih Kûday ku bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, ev tişt got: "Şikandina tecrîdê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê di asta nifteyê de ye."
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de daxuyanî da. Gelek kes tevlî daxuyaniya ku li pêş avahiya HDP'ê ya Bajar hat dayîn bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ê tecrîdê bişikînin û faşîzmê hilweşînin" hat vekirin û dûrişmeya "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. Serokê HDP'a Mêrdînê Salîh Kûday, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku tecrîd berbelavî her qada jiyanê bûye. Daxwaza derxistina ji qada siyasetê û hewldanên tasfiyekirina me jî berdewama polîtîkaya tecrîdê ye."  
 
Di berdewamê de Kûday, destnîşan kir ku şikandina tecrîdê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê di asta nifteyê de ye û ev bang kir: "Hemû kesên ku Tirkiyeke bê şer dixwazin û saziyên navneteweyî divê ji bo rakirina tecrîdê bikevin nav hewldanan."
 
 Daxuyanî bi çepik û dûrişmeyan bi dawî bû.