Konca: Îro genarlên bi qarawat darbeyê dikin

img

ENQERE – Parlamentera HDP’ê Besîme Konca ya ku parlamenteriya wê hat xistin wiha got: “Îro feraseta darbeya leşkerî generalên bi qarawat pêk tînin.” 

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê û Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Besîme Konca têkildarî xistina parlamenteriya xwe de axivî. Konca da zanîn ku xistina parlamenteriya wê û 4 wekîlên din ên HDP’ê bi plansazî pêk hatiye. 
 
‘SALÊN 90’Î WEKÎLÊN DEP’Ê ÎRO JÎ EM’ 
 
Konca got ku “Bêhiqûqî rewşek bi salan e li Tirkiyê diqewime" û ev tişt got: "Em xerîbên xistina rewşa parlamenteriyê bûn. Ji ber ku di salên 90’î de li heman parlamentoyê Orhan Dagan, Hatîp Dîcle û gelek wekîlên din jî parlamenteriya wan hat xistin. Bi salan e dixwazin têkoşîna siyaseta me ya demokratîk tasfiye bikin. Parlamenterên AKP û CHP'ê qet nayên meclisê lê parlamenteriya Faysal û Tuba bi hinceta bêdewamiyê xistin. Her wiha dîsa hevseroka me ya giştî Fîgen Yuksekdag û Nursel Aydogan wekîltiya wan hat xistin.” 
 
‘GENERALÊN BI QARAWAT DARBEYÊ DIKIN’ 
 
Konca xistina wekîliya parlamenterên jin ên HDP’ê jî wiha nirxand: “Feraseta siyaseta serdest a zilam dijminê siyaseta azadiya civakê û kesên muxalîf e. Di şexsê jinên HDP’ê de êrîşî hemû jinên Tirkiyeyê dikin. Êrîşek li dijî daxwaza civakê ye. Dixwazin bi vê rêyê peyamekê bidin jinan. Berê gelek darbeyên leşkerî pêk hatin. Lê îro feraseta darbeya leşkerî generalên bi qarawat bi pêş dixin.” 
 
‘TIRKIYE WÊ WINDA BIKE’ 
 
Konca destnîşan kir ku dibe ku xistina wekîltiya wekîlên HDP’ê bidome û aşkera kir ku ji ber ku ew serî natewînin wekîliya wan tê xistin. Konca anî ziman ku ew ê gav paş de neavêjin û ya bi van polîtîkayan winda bike dê Tirkiye be û xwest ku Tirkiye demildest dev ji van şaşîtiyê xwe ber de.