Di civîna HDP’ê û Hevserokê YNK’ê de 'yekîtî' hat axaftin

img
SILÊMANÎ - Şandeya HDP’ê serdana Hevserokê YNK’ê Bafil Talabanî kir û li gel wî civiya. Hat zanîn ku di civînê de girîngiya yekîtya neteweyî ya kurdan jî hatiye axaftin. 
 
Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, li Başûrê Kurdistanê ye.
 
Şande duh li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran û Cîgirê Hevserokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî kiribû.
 
Şandeya HDP’ê îro serdana Hevserokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî kir û li gel wî civiya. 
 
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; di civîna her du aliyan de behsa rewşa Iraq, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraqê û hilbijartinên pêşwext yên Iraqê hatine kirin.
 
Li gor agahiyan YNK'ê di civînê de bal kişandiye ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurdan û hevsengiya zêdetir ya navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de.