Yuce: Di Pirsgirêka Kurd de muxatab qadên têkoşîna civakî ne

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, diyar kir ku çareseriya Pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê pêkan e û got ku di Pirsgirêka Kurd de muxatab qadên têkoşîna civakî ne.

Di siyasetê de her ku rojeva hilbijartinê germ dibe, muxalefet û desthilatê berê xwe didin hilbijêrên kurd. Pirsgirêka kurd ku her serdemê tê rojevê û jê re çareserî nayê dîtin, di van rojan de li ser "muxatabûnê" ji nîqaşê re hatiye vekirin. Gelê kurd û siyaseta wê navnîşanê çareserîyê û muxatabên wê gelek caran diyar kirine û rê û rêbazên wê nîşan dane. Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Rizgarî ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag Karahali, derbarê mijarê de axivîn û nirxandin kirin. 
 
MUXATAN RÊXISTINÊN KURDAN IN
 
Berdevka SODAP'ê Sevtap Akdag Karahali, diyar kir ku gelek aliyên Pirsgirêka Kurd hene û wiha got: "Li dijî Pirsgirêka Kurd nêzîkatiyeke siyaseta înkar û îmhayê heye. Çareserkirina pirsgirêke ku gelek aliyên wê hene, bi zextan û muxatabgirtina tebeqeyekê nayê çareserkirin. Muxatabên bingehîn ên pirsgirêkê hemû rêxistinbûnên ku gelê kurd li vê erdnîgeriyê ava kirine. Kesên ku dixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê terka siyaseta ku gelan tîne beranberî hev bikin û rêyên demokratîk vebikin."
 
QADÊN TÊKOŞÎNÊ YÊN CIVAKΠ
 
Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce jî destnîşan kir ku polîtîkayeke dewletê û desthilatê ya muxatabnegirtina beşên ku têkoşînê dimeşînin heye û wiha got: "Di pirsgirêka kurd jî ev heye. Em tev dizanin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ku demeke dirêj e têdikoşe û pêkhateyên wê hene. Muxatabên pirsgirêkan qadên têkoşînê yên civakî ne. Heke li Tirkiyeyê jî demokratîkbûn çêbibe û komara demokratîk bê avakirin divê ev bi daxwaz û tifaqên bindestdan bê kirin. Li şûna nîqaşkirina muxatab divê ji bo çareseriyê helwesteke zelal bê nîşandan."
 
MA / Berîvan Altan - Zemo Aggoz