Sirri Sakik: Gotinên xweş têrê nakin, pêwîstî bi gavên şênber heye

img
ENQERE - Siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik, ji CHP’ê ya ku dibêje ew ê pirsgirêka Kurd çareser bike re got: “Gotinên xweş têrê nake, em gavên şênber dixwazin.” Sakik, nîqaşên mûxataptiyê jî, weke hewldana pêşê lêgirtinê nirxand û wiha bilêv kir: “Hemû cîhan dizane ku muxatab kî ye.”
 
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, di rojên derbasbûyî de gotibû ku “Em dikarin pirsgirêka Kurd bi HDP’ê re çareser bikin.” Piştî vê nîqaşên muxatabtiya pirsgirêka Kurd derketibûn holê û ev nîqaş hîna jî dewam dikin. Di qada siyasetê de jî, nîqaşên meseleya Kurd didomin. Yek ji siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik, beşdarî van nîqaşan bû û têkildarî muxatbatiyê nirxandinên girîng kir. 
 
'NE HEDÊ KESEKÎ YE’
 
Sakik, diyar kir ku HDP 30 salin bedelên pir giran dide û wiha axivî: “HDP xwedî kevneşopiyek siyasiye. Li cihê ku CHP, IYI Partî û partiyên din lê rûdinin, ne hedeê wana ku rê nîşanî HDP’ê bidin û wezîfeyekê bidinê. Hemû partiyên siyasî mecbûr in ku projeyên têkildarî çareserkirina pirsgirêkên sereke yên welat bi raya giştî re parve bikin. Lê meşrûbûna HDP’ê dana nîqaşkirin, ne hedê tu kesî ye. HDP nûnerê gele. Bi salane zextên li ser HDP’ê li ser tu partiyan nîne. Lê ligel vê jî, bi gelê xwe re li ber xwe dide.”
 
‘BI GOTINÊN XWE NABE’
 
Sakik, anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, divê berî her tiştî HDP bê naskirin û wiha pê deçû: “Hîna jî nasnekirina HDP'ê wekî Fransizekî li Tirkiyeyê dijî be. Bila biçin li Amedê, Mûşê, Agiriyê û bergûndên Stenbolê pirsa HDP’ê ji gel bikin. Her roj di televîzyonan de li ser HDP’ê û pirsgirêka Kurd bernameyan çêdikin û nîqaş dikin. Ev bêexlaqiye. Ji avakirina Komarê ve ev pirsgirêk heye. Gotinên xweş têrê nake. Kurd baweriya xwe bi van gotinan nayînin û hûn bi yek ji dengdêrên herî polîtîk bûyî yên li Tirkiyeyê re siyasetê dikin. Bi gotinek din, her endameke HDP û dayikek pîr ew kes in ku ji CHP, Serokê CHP, IYI Partî û heya Serokê IYI Partiyê siyasetê baş dixwînin. Her kes baş dizane ku daxwaza van mirovan çiye. Partiyên heyî, hewl didin li ser pirsgirêka Kurd, teşe bidin siyasetê.”
 
‘EM PÊNGAVÊN ŞÊNBER DIXWAZIN’
 
Sakik, dest nîşan kir ku tenê gotinên xweş ên ku ew dibihîzin wan kêfxweş nakin û wiha rêz kir: “Em pêngavên şênber dixazin. Di dilê me de gelek êş û azar hene. Bêyî ku em van birînin xwe bînin ziman dixwazin siyasete dizayn bikin. Em dixwazin li ser vê axê bibin hemwelatiyên wekhev û komara demokratîk ava bikin. Em amadene ku bingeha vê yekê bavêjin. Kerem bikin werin em bi hev re rûnin. Lê hûn tune ne. Peyvên ku li guhan xweş tên, di siyaseta me de cîh nagire. Bi rastî jî, ji bo vê xakê em demokrasî û wekheviyê dixwazin.”
 
'BI PÊŞÎLÊGIRTINÊ NABE’
 
Sakik, da zan3ın ku HDP vîna gelê Kurd û wiha bi dawî kir: “HDP di heman demê de muxatabê pirsgirêka Kurd jî. Lê hemû gelên Tirkiyeyê dizanin ku ji bilî HDP’ê vînek din jî heye û hemû cîhan jî vê  dizan e. Ger hûn li Rojhilata Navîn siyasetê dikin, wê demê divê hûn muhataban têxin pêvajoyê. Bi tune hesibandinê û pêşîlêgirtinê nabe.”