Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Ocalan e

img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku di warê mûxatabtiya çareseriya pirsgirêka Kurd de, helwesta gel diyare û got: “Gelê Kurd di Newrozê de, bi awayeke aşkere mûxatabê xwe îlan kir. Mûxatabê çareserkirina pirsgirêka Kurd Birêz Abdûllah Ocalan e.”  

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz beriya merasîma vekirina Buroya Şêwirmendî ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Beyoguya Stenbolê, li avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevlî civîna gel bû. 
 
Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî û bi sedan welatîbeşdarî civînê bûn. Salona civînê bi alên DBP’ê hat xemilandin û pankarta “Em bi civakek ronakbîr re pêşeroja xwe ya azad bi rêxistin dikin” hat daliqandin.
 
AVCI: ROJA DBP’Ê GIRÎNGE 
 
Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Erdal Avci, vekirina Buroya Şêwirmendî ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya Stenbolê pîroz kir û serkeftin xwest. Avci, anî ziman ku DBP hevparê HDP’ê ye û xwedî rolek girînge. 
 
BMG: TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Mahîr Gurbuz jî li ser navê Hêzên Têkoşîna Yekgirtî axivî û wiha got: “DBP, ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê, xwedî rolek girîng e. Ji ber vê em serkeftinê ji Partiya Herêmên Demokratîk re dixwazin.”
 
TÊKOŞÎNA 40 SALIN DEWAM DIKE
 
Dûre Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku ji bo azadiyê gelek hewldan tê kirin. Aydenîz, bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û wiha got: “Ji bo pêşketina demokrasiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê hewldanên azadiyê li pêş in. Em ji pêvajoyeke zilm û zordariyê re derbas dibin. Çawa Gelê Kurd û saziyên kurd paşve gav neavêtin, çawa li hemberî faşîzmê têkoşîna xwe mezin kirin û li kolan û taxan jî li dijî faşîzmê li ber xwe dan. Gelê Kurd 40 sal in li dijî zîhniyeta faşîst li ber xwe didin."
 
TECRÎD DIBE SEDEMA QEYRANÊ
 
Aydenîz, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha bilêv kir: “Tecrîd dibe sedema qeyranên mezin. Li Îmraliyê tecrîdeke mutlaq heye. Di encamê de niha Tirkiye bûye girtîgeha herî mezin. Kuştina jinan, pêkanînên li dijhiqûqî û înkarkirina vîna gelan bingeha xwe ji tecrîdê digire. Pergala qirêj jî bingeha xwe ji tecrîdê digire. Gelê Kurd, bi dost û hevalên xwe dê tecrîdê hilweşîne. Kesên ku li dijî faşîzmê ne û kesên ku demildest demokrasiyê dixwazin divê li dijî tecrîdê li ber xwe bidin." 
 
GELÊ KURD MUXATABÊ XWE ÎLAN KIRIYE
 
Aydenîz, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd e û wiha pê de çû: “Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurd e pirsgirêka hemû gelan e. Her wiha muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd jî Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan bi salane ji bo çareseriyê di nav hewldanan de ne. Lê belê îqtîdar û muxalefet li pey muxatabek din ketine. Heke hûn muxatebekî meşrû digerin 3 milyon welatî bi îmzeyên xwe Birêz Ocalan wekî vîna xwe nîşan daye. Di sala 2013-2015'an de me dît û hêviyên aştiyê dît. Gelê kurd daxwaza wê ya aştiyê hebû. Gelê Kurd di Newrozê de, bi awayeke aşkere mûxatabê xwe îlan kir. Mûxatabê çareserkirina pirsgirêka Kurd Birêz Abdûllah Ocalan e."
 
DEMA AZADIYÊ YE 
 
Salîha Aydenîz, bal kişand ser xebatên DBP'ê û wiha bi dawî kir: "Em ê li Edenê, Îzmîr û Stenbolê nûnertiya partiya xwe vekin û rêxistinbûna xwe mezin bikin. Kevneşopiyeke me ya 40 salan heye û em ê li Ege, Marmara û Deryaya Spî wekî li Kurdistanê rêxistinbûna xwe ava bikin. Dem dema azadiya Kurdistanê ye û demokratîkbûna Tirkiyeyê."
 
Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) derket ser dikê û starên xwe gotin. Girseyê dûre, berê xwe da cihê merasîma vekirina Buroya Şêwirmendî ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Beyoguya Stenbolê.