Ozsoy: Biryarên DMME’yê neyê sepandin wê nîqaşên avêtina ji Konseyê dest pê bikin

img

ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy da zanîn ku heke Tirkiye biryarên Konseya Ewropayê û DMME'yê yên derbarê Demîrtaş û Kavala de pêk neyine dê nîqaşa ji avêtina ji Konseyê dest pê bikin. 

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di çarçoveya biryarên Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Eworpayê (DMME) ku ji bo Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala dabû, di 17’ê îlonê de eşkere kir ku divê her du nav jî werin berdan. Komîteyê got heke heta 30’ê mijdarê û 2’ê kanûnê neyên berdan wê derbarê Tirkiyê de pêvajoya yasayî bi awayek fermî werin destpêkirin. 
 
Tevî biryarên DMME’yê jî Tirkiye nexşerêya xwe hêj eşkere nekiriye û tê meraqkirin dê Tirkiye çawa parastina xwe bike. Wê amborgoya Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê ya li ser Tirkiyê jî di civîna wan 30’ê mijdarê - 2’yê kanûnê de diyar bibe.
 
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy ê beşdarî civîna Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropa ya di 13’ê îlonê de bûbû biryara Konseya Ewropa ji ajansa me re nirxand. 
 
Ozsoy bi bîr xist ku 10 meh di ser biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş daye derbas bûye û hikumeta Tirkiyê di warê wê biryarê bisepîne an nesepîne hêj agahdariyek nekiriye. 
 
‘KOMÎTE NERAZÎBÛNA XWE ANÎ ZIMAN’ 
 
Ozsoy destnîşan kir ku heke îqtidara AKP’ê bêje ‘ez biryarên DMME’yê nasepînim’ wê Komîteya Wezîrê Konseya Ewropayê hin mekanîzmayan bixe dewrê û got: “Meseleya derxistina Tirkiyê ya ji endamtiya Konseya Ewropayê dê were rojevê. Lê belê, hîn helwestek zelal tune. Komîteyê nerazîbûna xwe li hember eşkerenebûna nexşerêya Tirkiyê nîşan daye. Ger heya 30’ê mijdarê û 2’yê kanûnê neyê berdan, Komîte ji sekreteriya xwe daxwaz dike ku biryarnameyek demkî amade bike. Îhtîmal heye ku êdî hêdî hêdî nexşerêyek ya danekirin ango amborgoyan derxîne.” 
 
‘BIRYAR NEYÊN SEPANDIN WÊ NÎQAŞÊN CIDÎ DEST PÊ BIKIN’ 
 
Ozsoy destnîşan kir ku dozên Demîrtaş û Kavala êdî bûne du biryarên herî girîng ên Konseya Ewropayê û wiha got: “Heta ku biryara Demîrtaş û Kavala neyê cîbicîkirin, Komîteya Wezîran ku 3 mehan carekê dicive, dê bi awayek otomotîk bike rojeva xwe. Gava ku pêvajoyek wisa bikeve rojeva wan dê di civînekê de bangek, di ya duyemîn de bangek were kirin û di yên din de jî dê ceza û sepanên cuda bêne sepandin. Komîteya Wezîran xwedî wê hêzê ye ku pêvajoya derxistina welatek ji Konseyê bide destpêkirin. Wekî din, meqamê Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê heye ku pêvajoya derxistina welatek ji konseyê bide destpêkirin. Israrkirina li ser cîbicînekirina biryaran dê bibe sedema nîqaşên mezin li Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê. Ger heya payîzê tu encam neyê girtin, dê di rûniştinên Çile de nîqaşên cidî yên li ser Tirkiyeyê dest pê bikin. Yanî heke biryara derbarê Demîrtaş û Kavala de neyê sepandin wê di nava Konseyê de avêtina Tirkiyê ya ji endamtiyê dest pê bike.” 
 
PIŞTEVANIYEK MEZIN BO HDP’Ê ÇÊBÛYE 
 
Ozsoya anî ziman ku piştî doza girtinê li partiya wan hatiye vekirin li qada navnetewî piştevaniyek û hestiyariyek mezin ji bo HDP’ê çê bûye û ev rojbiroj mezin dibe. 
 
LI BENDA RAPORTORÊ TIRKIYEYÊ NE 
 
Ozsoy diyar kir ku wan di serdana dawî ya raportorê Tirkiyê de xwestiye ku ew bi xwe were û li dijî girtina partiya wan lêkolînan bike û ev xwesteka wan jî hatiye qebûlkirin.
 
DÊ BIÇIN SERDANA GELEK WELATAN 
 
Ozsoy da zanîn ku têkiliyên wan ên dîplomatîk dê bi qada navneteweyî re dewam bikin û ew ê di rojên pêş de jî rêze serdanan bikin. Ozsoy got ew ê di çarçoveya xebatên dîplomatîk de biçin serdana 10 welatan û di hin serdanan de wê Hevserokên wan jî hebin.
 
MA / Bêrîvan Altan