DBP bi xwe bawer e: Wê îktîdar li hemberî me têk biçe

img

AMED - DBP'ya ku herdu hevserokên wê yên giştî jî girtîne, bêyî ku ji mîsyona xwe tawîzekê bide xebatên xwe didomîne. Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Hediye Karaaslan, destnîşan kir ku li hemû çewisandin û girtinan jî wê gel xwedî li nirxên xwe derkevin û got: "Em bawer dikin ku wê li hemberî me îktîdar têk biçe." 

DBP'ya ku herdu hevserokên wê yên giştî jî girtîne, bêyî ku ji mîsyona xwe tawîzekê bide xebatên xwe didomîne. Îktîdara ku hem li derve hem jî li hundur êrîşî destkeftiyên kurdan dike, herî dawî tevî komên ku girêddayî El Qaîdeyê ne li dijî Efrînê êrîş dan destpêkirin. Kesên ev êrîş rexne kirine hatin binçavkirin, girtin û hedef tên nîşandan. Herî zêde Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) nesîbê xwe ji van êrîna girt. Piştî îlankirina xwerêveberiyê li herêman pevçûn xwe dan der û piştî van pevçûnan ji 106 şaredariyên DBP'î qeyûm tayînî 94 şaredariyan hat kirin. 
 
HERDU HEVSEROKÊN GIŞTÎ DI GIRTÎGEHÊ DE NE 
 
Ji roja ku hatiye avakirin heta niha DBP her tim di hedefê de ye û hema bêje tu firsend nayê dayîn ku hevserokên wê yê giştî xebatekê jî bikin. Piştî îstifakirina Emîne Aynayê di 13'ê Gulana 2016'an de Hevserokê Giştî Kamûran Yuksek hat girtin. Di 28'ê Gulana 2016'an de DBP dîsa kongre li dar xist û Kamûran Yuksek û Sebahat Tûncel wek hevserokên giştî hatin hilbijartin. Piştî demekê Kamûran Yuksek hat berdan. Herdu hevserokên giştî piştî ku hatin hilbijartin demeke kurt bi hev re xebitîn, lê belê di 4'ê Mijdara 2016'an de li dijî HDP'ê operasyoneke qirkirina siyasî hat lidarxistin û tevî hevserokên giştî yên HDP'ê gelek parlementerên wê jî hatin girtin. têkildarî vê DBP bêdeng nema û bi hinceta li ber Edliyeya Amedê tev li çalakiyên demokratîk bûye Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel di 4'ê Mijdarê de hat binçavkirin û di 6'ê Mijdarê de jî hat girtin. 
 
Ji wê rojê heta niha Tûncel di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de ye û hîn jî Hevseroka Giştî ya DBP'ê ye. 
 
Lê belê tevî van geşedanan hemûyan di danişîna 28'ê Adara 2017'an a doza Hevserokê Giştî Kamûran Yuksek de, 8 sal û 9 meh ceza li Yuksek hat birîn. Di vê demê de Yuksek li derveyî welat bû û piştî ceza hat birîn li derveyî welat ma. Ji ber vê heta demekê Gulcîhan Şîmşek peywira hevserokatiyê bi rê ve bir. Di 7'ê Tîrmha 2017'an de DBP'ê kongreya xwe li dar xist û di vê kongreyê de Sebahat Tûncel û Mehmet Arslan bûn hevserokê giştî yên DBP'ê. 
 
Piştî êrîşên li ser Efrînê dest pê kirin, di daxuyaniya li ber Rêxistina HDP'ê ya Amedê de polîsan devê Arslan girt û nehiştin biaxive. Bi vê yekê re di 6'ê Sibatê de dema Arslan diçû avahiya navenda partiyê ya li Amedê hat binçavkirin û paşê hat girtin. Piştî hat girtin bi hinceta der barê wî de biryara binçavkirinê heye polîsan avêt ser mala Arslan. 
 
Tevî van êrîş û çewisandinan hemûyan jî moralê DBP'iyan li cih e. 
 
Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Hediye Karaaslan destnîşan kir ku ev çewisandin ne nû ne û di her serdemê de li dijî qada siyaseta demokratîk a kurdan ev mudaxile pêk hatine. Karaaslan destnîşan kir ku aqlê dewletê ji salê 1990'î xwe bi vî awayî aniye roja îro û wiha domand: "Bi tirs û çavtirsandinê dixwazin bi zorê gel teslîm bigirin. Ji sala 2008'an ve li hemberî rêveberiyên me û hevserokên me operasyonên qirkirinê yên mezin pêk tên. A rast ev tişt hemû mafdariya me derdixîne holê. Dikarin hevserokên me bigirin, binçav bikin lê tiştekî ku nizanin heye. Yên ku ev siyasetê diafirînin ne kes in, gel e. Wê gel xwedî li nirxên xwe derkeve. Ew gelê ku ji wan salên tarî yên 90'î ev sazî derxistin holê dê îro jî xwedî lê derkeve. Em bawer dikin ku wê li hemberî me îktîdar têk biçe."