Onder: Êdî fêm kirine ku emê çong neşkînin

img

ENQERE - Wekîlê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, berî kongreyê bal kişand ser operasyona li dijî partî û rêveberên xwe û ev tişt got: "Êdî bawerim fêm kirine ku emê çong neşkînin. Lê tişta ku hûn jêra dibêjin dewlet, hevekî bale (aptal) ye. Fêm nakin, lê emê bidin fêmkirin."

Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û rêveberên HDP'a Enqereyê, ji bo amadekariyên 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya 11'ê Sibatê civîna çapemeniyê li darxistin.
 
Hevseroka HDP'a Enqereyê Nur Aytemur di civînê de axivî û aşkera kir ku amadekariyên wan bi dawî dibin. Aytemur, destnîşan kir ku ewê bi 17 hezar kesî beşdarî kongreyê bibin û di warê ewlehiyê de 500 kes peywirdar kirine û ev tişt got: "Me starta kongreyê bi konferansan dabû. Her wiha serlêdanên saziyên civaka sivîl (STK) pêk hatin. Me di gelek mijaran de xebat meşandin. Em bi heman kelecanê xebatên xwe dewam dikin. Em li bendê ne gelê me bi hemû rengên xwe tev li kongreyê bibin."
 
Wekîlê Enqereyê Onder jî ev tişt anî ziman: "Em di şertên şer de ne, vî şerî bi navên cuda cuda û li her derê cîhanê bi propagandayên ku em dizanin û bi rêbazên cuda dixwazin rewa bidin nîşan. Neyartiyeke bê dawî li dijî kurdan dikin û di nav hevkariyekê de ne. Dema vê yekê dikin, dixwazin wehşeta şer ji çavan dûr bixin."
 
ONDER: TEVLÊBÛNA GIRSEYÎ GIRÎNG E
 
Onder destnîşan kir ku kongre li dijî şer aştî, li dijî zilmê azadî û li dijî hovîtiyê bilindkirina wijdanê ye û wiha pê de çû: "Salon ji bo 20 hezar kesî ye, lê encama ku me derxistiye dê 30 hezar kes tev li bibe. Bila hemû zehmetiyên me wiha bin. Ji bo bi girseyî û bi coş derbas bibe, di şertên wiha de pêkanîna komcivînê, ji bo pêşerojê nexşerêyek amadekirin û hêviyên wê, peywireke me ya xwe gihandina mutabaqatê ye. Ji bo wê tevlêbûnek xurt girîng e."
 
‘FÊM NAKIN LÊ EMÊ BIDIN FÊMKIRIN’ 
 
Onder bertek nîşanî binçavkirin û girtinên li dijî HDP’ê jî da û wiha got: “Ya tê fêmkirin hikumet jî girîngiyê dide. 15 roj e hemû wekîlên me, hevserok û rêveberên me û saziyên civaka sivîl dest bi serdanên mala kirine. Li dijî hemû sazî û pêkhateyên HDP’ê pêla binçavkirin û girtinek xedar dest pê kir. Ji bo vê kongreya me asteng bikin vê yekê pêk tînin. Dewlet jî berê pir zirav dixebitî. Êdî ew jî vê xetereyê najo. Dibe ku ev hindik be jî me xemgîn bike lê li aliyê din em hin bêtir xûrtir dibin û em zêde dibin. Bi taybetî vê sibê li dijî HDK’ê operasyonek xedar pêk hat. Em dibêjin demil dest van operasyonan rawestînin. Divê êdî fêm bikin ku emê li hember wan çong daynenin. Tişta hûn jê re dibêjin dewlet hinekî bi evdalî û rebenî ye. Fêm nakin lê emê bidin fêmkirin.” 
 
Onder di dewama axaftina de ev tişt got: “Şer ne deriyê mirov lê bimeşe. Li ser civakîbûnê maliyet hildiberîne. Ez bang li her kesî dikim ku beşdarî kongreya me bibin û em bi şahiya azadî û demokrasiya gelan pîroz bikin.” 
 
‘TIRKBÛNÊ HACÎR KIRINE’ 
 
Onder di dawiya axaftina xwe de pirsên rojnamegeran ên têkildarî têgehên “Tirk” û “Tirkiye” yên Serokomar Erdogan dixwaze ji TTB’ê TBB’ê der bixe jî bersivand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em operasyona li dijî TTB’ê dibînin. Dixwazin netewperestiyê li ser bingeha nijadperestiyê bi cih bikin. Em TTB’ê Yekitiya Baroya silav dikin. Lê ez metna itiraza serokê baroyê ji bo xwendina we pêşniyar dikim. Li vî welatî tirkbûn, di bin hacîrebûnê de ye. Lê kurdan li ber xwe da û azadî bi bedelên giran bi dest dixe.”