Onlu: Divê em tecrîda li ser Ocalan bişikînin

img
RIHA - Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Alîcan Onlu, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li ser tevahiya civakê tê sepandin û ev tişt got: "Heta ku tecrîd bidome em ê nikaribin tiştekî bikin.  Ji ber vê divê em tecrîdê bişikînin."
 
Rêxistina HDP'ê ya Rihayê, di çarçoveya kampanya "Em HDP ne li her derê ne" de bi rêveberên serdema beriya niha yên bajar re hevdîtinek kir.  Parlamenterê Dersimê û Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Alîcan Onlu, Endama Meclisa Jinan a HDP'ê Gulcîhan Şîmşek, parlamenterên HDP'ê yên bajar Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê û gelek rêveberên nû yên kevn ên HDP'ê tervlî civîna ku li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî Baroya Rihayê hat lidarxistin bûn. Di civînê de pankartên "Em rihayî ne, HDP ne, em ê qezenç bikin" û "Em gel in li herderê ne serkeftin ya me ye" hatin daleqandin. 
 
RÊVEBERIYA DEMOKRATÎK
 
Di civînê de Parlamenter Alîcan Onlu axivî û diyar kir bi kamanya "Em HDP ne li her derê ne" li şûna AKP-MHP'ê xebatên rêveberiyeke nû ya demokratîk dane destpekirin û wiha got: "Sozê me ji dayika rêhevala me Denîz Poyraz re heye. Em ê serî daneynin. Armanca me ya kampanyayê ne ew e ku em herkesî bikin HDP'î. Em armanc dikin ku têkoşînê mezin bikin. Desthilata AKP-MHP'ê karesatên xwezayî veguherandina bobelatan. Li dijî karesatan ji bo rantê tevdîran negirtine. Di heman demê de bi nîjadperestiyê bobelatê çêdikin. Yek ji navendê ku vê lê dikin Riha ye. Jiyana hevpar a gelan û gelê kurd jehrî kirin."
 
TEKITIYA NETEWEYÎ Û TECRÎD
 
Di berdewamêde Onlu, bal kişand ser yekitiye neteweyî û tecrîdê û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Riha ji bo HDP'ê girîng e. Cihê ku di dîrokê de gel û baweriyên cuda lê bi hev re jiyane dixwazin bikin cihê şer. Em jî berovajiyê vê dixwazin. Dixwazin nakokiyan derbixin. Lê em ê yekitiya xwe pêk bînin. Parçebûna kurdan dixwazin. Lê em ê yekitiya neteweyî deynin pêşiya xwe. Dixwazin gelan bi hev bidin qirkirin. Lê em ê neteweya demokratîk ji xwe re bikin hedef. Ji bo pêşîgirtina xizanî, komkujiya jinan û nîjadperestiyê divê tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe. Heta ku tecrîd bidome em ê nikaribin tiştekî bikin.  Ji ber vê divê em tecrîdê bişikînin.
 Ne tenê li ser Birêz Ocalan li ser tevahiya civakê tecrîdê disepînin. Divê em tecrîdê bişikînin."
 
Piştî axaftina Onlu civînê ji çapameniyê re girtî berdewam kir.