Ji Fîlîstînê heta Îrlandayê şoreşger tev li kongreya HDP'ê dibin

img

ENQERE - Ruxmê hemû êrîşan HDP dixwaze di dawiya hefteyê de kongreyek bi hêz pêk bîne. Dê Leyla Xalid a bû sembol têkoşîna Fîlîstînê jî tev li kongreyê bibe. Dîsa lîderê Sinn Feinê Gerry Adams jî bi dîmenekê peyamekî ji kongreyê re dişîne.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di dawiya hefteyê de 3'yemîn Kongreya Asayî pêk bîne. HDP'ê li gelek deveran konferansên giştî li darxistin, ne tenê li dijî zextên li welat, dê li dijî êrîşên li ser Efrînê jî di kongreyê de peyamên girîng bên dayîn.
 
GELEK KESAYET DAWET KIRIN
 
HDP'ê di vê çarçoveyê piştgiriya neteweyî de xalên girîng girtin dest. Bang li gelek şoreşgerên cîhanî kir ku tev li kongreyê bibin û ji wan re dawetî şand. Li gorî agahiyan, di serî de ji welatên Ewropayê dê li gelek deverên cîhanê kesayetiyên navdar tev li kongreya HDP'ê bibin.
 
DÊ ŞOREŞGERÊN EWROPAYÎ LI KONGREYÊ BIN
 
Heta niha HDP'ê ji gelek kesan re dawetî şandiye û gelek kesên dawetî bersivandine û dê tev li kongreyê bibin, navên wan zelal bûne. Li gorî vê Serokê Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê Gabî Zîmmer, Sekreterê Giştî yê Partiya Komînîst a Fransayê Pierre Laurent û ji Partiya Sosyalîstên Ewropayê, patiya SRÎZA ya li Yewnanistanê desthilatdar e, PODEMOS'a Îspanyayê, ji Baskê Bildu û Sortu, ji Danîmarkayê Partiya Kesk-Sor, Partiya Çep a Alman (Die-Linke), AKEL'a Kibrisê, Partiya Demokrat a Civakî ya Swêdê, Partiya Çep a Fransayê, Partiya Komînîst a Portekîzê dê tev li kongreyê bibin.
 
DÊ ADAMS PEYAMA XWE BIŞÎNE
 
Yek jî kesayetê herî girîng ji Ewropayê dawetê kongreyê kirine, lîderê Sinn Feinê Gerry Adams e. Adams di baskê siyasî yê ÎRA'yê de ji bo azadiya Îrlandayê têkoşînê dide. Adams ji ber ku nikare tev li kongreyê bibe, xemgîniya xwe aniye ziman û ji bo piştgiriya kongreya HDP'ê û gelê kurd, dê bi rêya dîmenekê peyamekê ji kongreyê re bişîne.
 
LEYLA XALID DÊ LI KONGREYÊ BE
 
Di heman demê de li Rojhilata Navîn jî dê gelek kes tev li kongreyê bibin. Li gorî agahiyan, gerîlaya berê ya Rêxistina Rizgariya Gelê Fîlîstînê Leyla Xalid jî tev li kongreyê dibe. Xalin yek jî sembolên têkoşîna jinên Fîlîstînê ye û ji bo têkoşîna gelê Fîlîstînê li cîhanê belav bike, têkoşîneke bêhmepa meşand. Xalid hêj wekî aktivîsta herî girîng a navneteweyî tê zanîn. Bi Xalid re, dê Partiya Komînîs a Lubnanê jî berdevke xwe bişîne kongreyê.
 
JI KURDISTANA FEDERE BERDEVK TÊN
 
Partiyên siyasî yên Herêma Federe ya Kurdistanê jî dê berdevkên xwe bişînin kongreyê. Ji van YNK û Goran dê beredevkan bişînin. Serokê PDK'ê Mesûd Berzanî berî tev li kongreya AKP'ê bûbû, dê ji kongreya HDP'ê re peyamekî bişîne.
 
Partiya Hambaştagî (Partiya Piştgiriyê) ya li Afganistanê têkoşînê dide, ji ber astengiyên dewletê dê tev li kongreya HDP'ê nebe.
 
Li gel van navên ku hatin diyarkirin, dê gelek kes di asta berdevkên dîplomatîk de, nivîskar, hunermend û aktivîst tev li kongreyê bibin.
 
MA / Kenan Kirkaya