Bûldan li Îzmîrê pirsî: Qesda we ya ji 'ev rojên we yên baş in' ev bû?

img

ÎZMÎR -  Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li ber avahiya partiya xwe ya rastî êrişê hat axivî û gotinên Erdogan “Ev rojên we yên baş in” bibîr xistin û pirsî “Ma we dizanibû dê ev komkujî pêk were?” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, piştî êrişa çekdarî çû Îzmîrê û li ber avahiya partiyê daxuyanî da. Bûldan sersaxî ji malbata Denîz Poyraz re xwest û wiha got: “Rehma Xwedê li Denîz be, serê malbata wê, hevalên me yên partiyê û me hemûyan sax be.” 
 
‘YÊN KU ÇEK XISTIN DESTÊ WÎ EM BAŞ NAS DIKIN’
 
Bûldan di dewama daxuyaniya xwe de wiha axivî: “Ev cînayet ne yekîne, me van cînayet û bersûcan pir dîtin. Lê li dijî kesên ji me re gotin hûnê koletiyê bikin, hûnê li ber me çongên xwe danîn erdê, tu carî me ji rûmeta xwe tawîz neda, emê çong ne danîn erdê û em ê tu carî serî netewînin. Emê ji vir û şûn de jî çongên xwe ne danîn erdê û serê neteweyînin. Îro ji bo ku komkujiyek mezin pêk bîne, qatilek şandin vê derê. Lê tenê Denîz di hûndir de bû. Ger ew qatil piştî nîv saet şûnde hatiba vê derê, wê li vî bajarî komkujiyek mezin pêk bihata. Li ber çavê hemû kesan qatilek, heta tê gotin ku ne yek tenê bû 3 kes bûn, komkujî pêk anî. Ne hêsane ku li ber çavên polîsan bi rehetî bikevin vê avahiyê. Em dizanin ku ew pir bi rêkûpêk û bi plansazkirî hatine vê derê. Em dizanin yên ku ev komkujî bi wî dane kirin, ferman dane û çek xistine destê wî kîne. Em ne biyaniyê van bûyerane. Bi salane, em dibêjin hemû cînayetên li vî welatî pêk tên bi plankirîne. Yek din li van cînayetan zêde bû.
 
GEFÊN ERDOGAN BIBÎR XISTIN
 
Em bangî Serokkor ê ku got ‘Ev rojên we yên başin’ dikin: Gava we got 'ev rojên we yên başin’ mebesta we ev bû? We dizanibû ku dê ev komkujî pêk were? Li vî welatî, agahiya we ji çûkên difirin jî heye. Li vî welatî, HDP’î li ku derê nefese digirin agahiya we jê heye. Hûn neçarin ku vî qatilê îro ket avahiya me û komkujî pêk anî, ji me re rave û aşker bikin. Her ku em dibêjin aştî, hûn komkujiyan pêk tînin. Êdî bese. Em soz didin Denîz, li pêşberî edaletê teqez emê hesabê vê yekê bipirsin. Qatil wê hesab bidin.
 
EM ZAROKÊN XWE LI KOLANAN NEDÎTINE 
 
Em ji vê derê cardin hişyar dikin; Tehemmula me ne ya ku em Denîzek din winda bikin êdî nemaye. Me zarokên xwe, xwiş û birayên xwe û ewladên xwe li kolanan nedîtine. Li pişt her jiyana wenda dibe, her giyanê ku dikeve bin axê, bi hezaran, bi mîlyonan hene. Li pişt Denîz, malbata wê, rêhevalên wê, hevalên wê yên partî hene, em hene. Divê demildeset berpirsiyarên vê bûyerê bên aşkerekirin û ceza kirin. Divê neyê jibîrkirin, guleya ku li Denîz ket, ne tenê guleyek li Deniz hatiye reşandin.”