Kiliçdaroglû û Babacan êriş şermezar kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû êrişa li dijî Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê lanet kir û got: “Berê me ev senaryo jiya bû.”
 
Serokên giştî yên partiyên siyasî jî bertek nîşanî êrişa çekdarî ya li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê dan. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal derbarê bûyerê de, daxuyanî da û got: “Ez êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê lanet dikim. Rehma Xwedê li Denîz Poyraz a jiyana xwe ji dest da be û sersaxiyê ji malbata wê re dixwazim. Berê em ev senaryo jiya bû, gelê me wê vê carê ne daqûrtine. Ez hişyar dikim, divê kes ji van provakasyonan hêvî neke.”
 
BABACAN JÎ ŞERMEZAR KIR 
 
Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan jî ev daxuyanî da: “Ez êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê bi tundî şermezar dikim. Rehma Xwedê li Denîz Poyraz a di êrişê de hat qetilkirin be û sersaxiyê ji malbata wê re dixwazim. Berpirsiyariya hikûmetê ew ku pêşî li tundiyê, ewlehiya partiyên siyasî û siyasetmedaran bigire.”