Beştaş: Li şûna îtirafên Peker, ji bo girtina HDP’ê ketine tevgerê

img
ENQERE - Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku ew lîsteyek sûc ku ji îtirafên Sedat Peker pêk tên pêşkêşî darazê dike û got: “Hûn ji bo girtina HDP’ê demildest ketin tevgerê, lê hûn çima ji bo van sûcên tevahiya dinyayê li ser diaxive tiştek nakin.” 
 
Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. 
 
Beştaş derbarê hewldana girtina HDP’ê de axivî û got: “Vê carê tiştek balkêş kirin. Îdianameya bo girtina HDP’ê amade kirine nedan çapemeniya alîgir. Ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) re jî gotin ‘îdianameyê nedin HDP’ê. Ferman dane darazê. Ji bo meriv ji vê îdianameyê re bêje ne tu îdianame ye, ne hewce meriv xwenda be.” 
 
'EM BI XWE BAWER IN’ 
 
Beştaş bi bîr xist ku AYM lêkolîna ewilî ya derbarê hewldana girtina partiya wan de di 21’ê hezîranê de pêk bîne û got: “Ji raportor daxwaziya me tenê ew e ku li gorî hiqûqê, li gorî Destûra Bingehîn raporek amade bikin. Em mîna wan zextan li ser darazê nakin. Em bi xwe bawer in. Tenê daxwaziya me ew e serdestiya hiqûqê bi cih bînin.” 
 
Beştaş anî ziman ku şandina îdianameyê ya di 7’ê Hezîranê de bo AYM’ê ne dîrokek tesadufî ye û got: “Ev dîrok roja hilbijartina 7’ê Hezîranê ye. Dixwazin div ê rojê de tola 7’ê hezîranê ji me bigirin. Pir eşkere vê tolahildana xwe raxistin ber çavan. Jixwe ev ne sirek e jî. AKP pirr girîngiyê dide dîrokan. Mesele doza Demîrtaş dide roja 6-8’ê cotmehê. Ji bo van rojên girîng ajandeyek xwe taybet amade kirine.” 
 
SERDEMA TARΠ
 
Beştaş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Helbet ev doz dozek siyasî ye. Piştî her nîqaşê dozek siyasî derdixin pêşiya me. Bi mehan e bang li şirîkê biçûk tê kirin û dixwazin çi hewce be bi şirîkê mezin re bikin, nîqaş dikin û biryarê didin û dikin. Bersiva me ji bo yên ku 7’ê Hezîranê wek ‘serdema tarî’ radigihînin heye. A rast serdema tarî di navbera 8’ê hezîranê û 1’ê Mijdarê de ye. Ew serdema tarî hêj nehatiye ronîkirin. Çi bûbû? Li Pirsûsê komkujiyek çêbûbû, di 10’ê Cotmehê de li navenda Enqereyê komkujiyek qewimîbû. Ji bo ku HDP’ê nexim parlamentoyê çi ji destê wan hat kir û her cûre senaryoyên tarî xistin dewrê. Serdema tarî wê demê qewimî.
 
HDP NE MÎNA PARTIYÊN DIN E
 
HDP ne mîna partiyên din e. Gelek ferqa me ji hev heye. Beriya her tiştî em partiyek di nava dilê gelê xwe de ne. Em derketine rê û di rê rêwîtiyê de bi pêş ve diçin. HDP ew partî ye ku gelên me ji serdemên tarî derdixe. Yên ku sendroma 7’ê Hezîranê hat serê wan bila ji bîr nekin, ne 7 hezîran 70 hezîran jî derbas bibe hûnê nikarin bi ser bikevin.” 
 
‘HDP FIKRIYATEK E HÛN NIKARIN HDP’Ê BIGIRIN’ 
 
Em ê kêliyek jî dest ji têkoşîna xwe ya aştî, edalet, azadî û demokrasiyê bernedin. Em ji van kesên ku dixwazin partiya me bidin girtinê re dibêjin; hodrî meydan, hûn jî siyasetê dikin em jî siyasetê dikin, hûn jî partiya siyasî ne em jî partiya siyasî ne. Em carek din dibêjin hûn nikarin fikriyata HDP’ê ku wek îradeya bi milyonan tê zanîn bigirin. 
 
GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Beştaş bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku 202 roj in didome û got: “Girtî dixwazin tecrîd were rakirin û şertên girtîgehan birêkûpêk bibin. Bi salane em behsa Girtîgeha Îmraliyê dikin, çima ev tecrîd didome? Helbet ji bo şer berdewam bike, tecrîdê jî didomînin.”
 
AŞTÎ JI BO FEYDEYA TIRKIYÊ YE 
 
Beştaş destnîşan kir ku ew carek din banga bidawîkirina polîtîkayên şer dikin û bidawîkirina şer ji bo feydeya xelkê Tirkiyê ye. Beştaş got heke ev polîtîkayên şer bi dawî bibin wê aborî jî rast bibe û însan êdî xwe di mîsogeriyê de hîs bikin û got: “Lewma em dibêjin tecrîdê rakin, pêşiya aştiyê vekin û şans bidin çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk.” 
 
‘BIKEVIN PEY ÎTÎRAFÊN PEKER’
 
Beştaş destnîşan kir ku ew dixwaze lîsteyek jî bide darazê û wiha got: “Çawa dibe ku daraz van sûcên giran ji nedîtî ve tê. Di axaftin û lixwemikûhatinên Sedat Peker de ji kuştin û heta diziyê her cûre sûcên giran derdikevin holê. Axaftinên Peker hemû belge ne. Lê heta niha tu dozek nehatiye vekirin. Hûn ji bo girtina HDP’ê demildest ketin tevgerê, lê hûn çima ji bo van sûcên tevahiya dinyayê li ser diaxive tiştek nakin. Ez bang li endamên darazê jî dikim. Cihê ku hûn jê referans bigirin, ne promter in. Li Destûra Bingehîn, Qanûna Cezayê Tirk, Peymana Mafên Mirovan a Ewropyê û li belgeyên din binêrin. Heke hûn wisa nekin, bawer bikin hûn ê jî piştî demekê bikevin pey trîpodan û ev trîpod ji bo we jî lazim werin.”