51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - 51 parlamenterên Iraqê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ya Herêma Federe a  Kurdistanê daxwazname dan meclîsê.  
 
Parlamenterên Iraqê dijî ketina eskerên Tirkiye ya Herêma Federe a Kurdistanê ketin nava liv û tevgerê. Daxwaznameyek bi îmzeya 51 parlamenteran ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê û talankirina xwezaya Kurdistanê ya ji aliyê TSK'ê ve radestî serokatiya parlamentoya Iraqê hate kirin. Operasyona TSK'ê û komên girêdayî wê ya li dijî axa Herêma Federe a Kurdistanê didomin. Tirkiye rojane li herêmê sivîlan dike hedef û heya niha bi dehan kes di encama êrişên eskeran de jiyana xwe ji dest dane. TSK'ê û komên girêdayî wê bi êrişên xwe re dest bi talankirina xwezayê kiriye, rojane bi sedan ton dar dibire û li Tirkiyeyê difiroşe. Nerazîbûna di nava raya giştî, rêxistin, partî û parlamenteran ya dijî dagirkeriyê roj bi roj zêde dibe.
 
Di nava Parlamentoya Iraqê de dijî operasyona Tirkiyeyê liv û tevgerek heye. 4 Parlamenterên Kurd yên endamên Parlamentoya Iraqê, Serkewt Şemsedîn, Xalib Mihemed, Mawe Mihemed û Musena Emîn dijî dagirkeriya Tirk daxwaznameyek radestî serokatiya parlamentoya Iraqê kirin.
 
Di daxwaznameya ku 51 parlamenterên Iraqê îmzekirin de, tê gotin; “Me dijî hewldanên dewleta Tirk yên ji bo wêrankirina xwezaya Kurdistanê, serî li pêngavên yasayî daye. Piştî êriş û destdirêjiya dewleta Tirk ya li ser gundên Dihok, Hewlêr, Silêmanî û anîna şireketên ji bo wêrankirina xweza û xaka Kurdistanê, bi îmzeya 51 parlamenteran me ji parlamentoya Iraqê xwestiye lijneyek taybet were avakirin. Ev lijneya navxweyî, parastin û peywendiyên derve, wê ji bo ku herêm vegere ser aramiya xwe ya berê bixebite. Wê hemû alî ji bo rê li ber birîna daran û talankirina xwezaya Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve girtin, werin agadarkirin.”