Ozturk: Di Pirsgirêka Kurd de tecrîd wergeriyaye qodên şer

img

AMED – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku tecrîd di Pirsgirêka Kurd de wergeriyaye qodên şer ên berê û ev tişt got: “Divê ji bo lîderê ku dikare rûyê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê biguherîne şertên azad bên çêkirin. Divê Ocalan rol û misyona xwe bilîze.”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, derbarê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê, xebatên yekitiye neteweyî ya kurdan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û nirxandinan kir. 
 
PIŞAFTINA SEDSALΠ
 
Hevserok Berdan Ozturk, diyar kir ku êrişa Tirkiyeyê ya li dijî başûrê Kurdistanê berdewama polîtîkayên pişaftinê yên sedsalî yên li dijî kurdan e û wiha got: “Tasfiyekirina gelê kurd hatiye armanckirin. Êriş dagirkirin e. Heman êriş beriya niha li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pêk hatin. Ji salên 1990’î ve êriş tên domandin lê encam nehatine girtin. Em îro hatine wê astê ku polîtîkaya tunekirina kurdan tê meşandin. Heke mirov têkiliyên dewlet-mafya û rêxistinên sûc binêre dê bibîne ku nava dewletê hatiye valakirin û bûye çete. Ev li dijî gelên Tirkiyeyê bi encam dibin û gel bedêla vê didin. Sonda tunekirina kurdan xwarine. Ji bo bicihanîna vê sondê hemû derfetên xwe bi kar tînin.”
 
ARMANC DAGIKRKIRIN E 
 
Berdan Ozturk, bi lêv kir ku desthilata AKP-MHP’ê “Mîsak-i Mîllî” bi bîr dixin û bi operasyonê dixwazin li herêmê mayîn de bibin û statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rabikin û wiha axivî: “Armanca tunekirina destkeftiyên kurdan e. Vana demekê digotin ji bo statuya Başûr xeteyek mezin kirine. Hê jî dibêjin gere destûr nedana statuye kurdan. Vê aşkera tînin ziman. Ji ber vê divê gelê me yê Başûr li dijî van êrişan hişyar be. Mesele ne PKK ye. Rexmî ku ji Rojava berek jî li dijî Tirkiyeyê nehatiye avêtin, mîna Başûr hewldanên dagirkirinê li dijî Rojava jî hene. Dema ku mirov ev tîne cem hev dibîne ku PKK’ê dikin hincet lê armanc dagirkirin e.”
 
BIBÎRXISTINA REFARANDÛMÊ
 
Ozturk, helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrişê bi van gotinan rexne kir: “Gelê me dizane ku ev êriş êrişên dagirkirinê ne. Rêveberiya heyî PKK’ê dike hincet û rastiyan vedişêre. Mesrûr Barzanî qala neyaran dike. Gelo nizane ku neyar in herî mezin desthilat îro ya Tirkiyeyê ye? Li dijî avakirina ewqas nuqteyên leşkerî tu gotinek nakin. Wezîrê Karên Hundir dibeje ku ew li wir mayîn de ne lê li dijî vê tiştek nayê gotin. Binêrin di pêvajoya referandûmê de herî zêde Tirkiye li dij derket. tu yê vana weke neyar nebînî û rabî hêzên li perçeyên din ên Kurdistanê weke neyar bibînî. Bêdengiya li dijî vê ne pêkane ku mirov qebûl bike. Hem PDK hem jî hêzên divê êdî xwe zelal bikin. Helwesta wan nîşan dide ku berjewendiyên gelê me nafikirin. Kesên ku dixwazin kurdên Bakur di qirkirinê re derbas bikin kurdên Başûr jî dost dibînin, ev ne pêkan e. Heke destûr dagirkirina Başûr bê dayîn wê bedelên vê gelek giran bên dayîn.”
 
YEKITIYA NETEWEYÎ
 
Di berdewamê de Ozturk qala xebatên wan ên ku di bin sîwana Koma Xebatê de dimeşînin jî kir û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Heke ewqas êrişên dagirkeriyê pêk bên ev ji ber rewşa me ya parçekirî ye. Ji bilî vê jî hêzeke wan tuneye. Heke em bibêjin ji me bihêztir in loma êrişî me dikin wê demê em berxwedana gelê kurd şaş dixwînin. Van gotina ne ji bo gel ji bo partiyên siyasî dibêjim. Di ser partiyan de dixwazin nakokiyan ava bikin û destkeftiyan tune bikin. Lê em ê nekevin vê defikê. Em ji bo ku bibin desthilat têkoşîn nadin. Em têkoşîna rizgariya gelekî didin. Bêguman kesên ku ji bo berjewendiyên xwe dixebitin dibe ku xebatên yekitiya neteweyî asteng bikin. Lê emrê vana ne dirêj be. Her tişt êdî weke berê veşarî namîne. Li ber çavê me her tişt çêdibe. Em xebatên xwe yên ji bo yekitiyê didomînin. Divê em li dijî êrişên ser her çar parçayan li ber xwe bidin û bibin xwediyê gotinên hevpar.”
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
 Ozturk, derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî nirxandinan kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tecrîd nîşan dide ku Tirkiye di Pirsgirêka Kurd de wergeriyaye qodên şer ên berê. Perspektîfên Birêz Ocalan ên dema Pêvajoya Çareseriyê pêşiya Tirkiyeyê vekirin û ji bo gelan bûn hêvî. Lê bi qodên ku îro lê vegeriyane welat kirine rewşeke din. Ka ji xwe re lê binerin; em qala Tirkiye ku bi mafyayan re ketiye têkiliyê. Ji bo tunekirina kurdan pere hişbirê jî bi kar anîne. Dagirkirina Başûr û Rojava bi tecrîdê ve girêdayî ye. Heke tecrîd rabûna û dengê Ocalan bigihîştina civakê ev êriş nedihatin kirin. Çavkaniya van pirsgirêka Pirsgirêka Kurd e û muxatabê vê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.  Heta ku Pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêk jî çareser nabe. Lewre navenda çareseriyê Îmralî ye. Divê ji bo lîderê ku dikare rûyê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê biguherîne şertên azad bên çêkirin. Divê Ocalan rol û misyona xwe bilîze.” 
 
MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol