Davûtoglû: Soylû, Yildirim û Albayrak komplo li min kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû bersiva Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû da û got: “Di pêvajoya îstîfaya min a serokwezîriyê de Bînalî Yildirim, Suleyman Soyl û Berat Albayrak bi koordinasyona Serokkomar komplo li min kirin.” 

 
Rêveberê çeteya têkiliya wê bi dewletê re heye Sedat Peker kirinên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû eşkere dike. Li ser vê yekê Soylû di 24’ê gulanê de beşdarî bernameyek televîzyonek tirk bû. Soylû derbarê Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû de hin îdiayan anî ziman û got: “Ahmet Davûtoglû piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an xwest bi CHP’ê re koalîsyon ava bike. Ji wezîran re got ‘Ez dizanim hûn li odeyên xwe çi diaxivin û we didim guhdarkirin’.” 
 
DAVÛTOGLÛ: KOMPLO LI MIN KIRIN 
 
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû beşdarî bernameyek serê sibê ya televîzyonek tirk bû û bersiv da îdiayên Soylû. Davûtoglû wiha got: “Suleyman Soylû wê serdemê ji bo min ji wezîfeyê bigire ketibû nava fen û fûtan. Min ji bo guhdariya hevalên xwe nemerdî nekiriye, lê belê Soylû bi nemerdî nevûyan bi min ve tîne. Di destê wî de polîs, îstîhbarat heye, hewce dike bila serî li MÎT’ê bixe, lêkolîn bike. Nevûyan li Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala û Serokkomar Tayyîp Erdogan dike. Wî bi xwe jî vê kompoloyê îtîraf kir. Agahiya Serokkomar jî ji vê yekê hebû. Bînalî Yildirim, Berat Albayrak û Suleyman Soylû li hemberî min kompoloyek hevkar çêkirin. Ji bo hev bixwin berê wan her sêyan ket hev, meydan jî ji mafyayê re ma.”