Gunay rewşa girtiyên bi şewbê ketin ji Wezîr Gul pirsî

img
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, rewşa nêzikî sed girtiyên ku li Girtîgeha Mêrdînê bi vîrûsa koronayê ketin ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî. 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay rewşa nêzikî sed girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi vîrûsa koronayê ketin (Kovîd-19) ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî. 
Gunay, di pêşniyazpirsa ku pêşkeşî Meclîsê kir de bal kişand ser belavbûna Kovîd-19’ê ya li Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E û wiha got: “Girtiyên ku bi parêzerên xwe re axivîne diyar kirine ku nêzî sed girtî bi vîrûsa koronayê ketine. Tê fikirîn ku ji ber lêgerîna gardiyanan a qawişan û lêgerîna tazî vîrûs belav bûye. Wêkî din çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ku girtiyan ji ber tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û binpêkirinên mafan bên bi dawî kirin di 27’ê Mijdara 2020’an de dan destpêkirin didome.”
 
Gunay, ev pirs ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî: 
 
“* Li Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E çend girtî bi Kovîd-19’ê ketine? Li hemû girtiyan test hatiye kirin? Heke test hatibe kirin kengî û çend heb hatine kirin? Ji bo girtiyên ku testa wan pozîtîf derketin û girtiyên temas kirine bergirî hatine girtin?
 
* Derbarê personelê girtîgehê ku bêyî tedbîran bigirin li qawişan lêgerîn kirine û girtî di lêgerîna tazî de derbas kirine û vîrûs belavî girtiyan kirine tu lêpirsîn hatine destpêkirin?
 
* Di Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E de ji bo astengkirina şewbê dezenfekte hatiye kirin?
 
* Bergiriyên ku wezareta we li dijî Kovîd-19’ê li girtîgehan girtine çi ne?
 
* Li dijî şewba Kovîd-19’ê di Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E de hejmara girtiyên di koma rîskê de ne çend e? Ji bo kesên ku nexweşiyên kronîk hene û bexşandîbûna wan qels in tu bergirî hatine girtin?
 
* Derfetên tecrîda li Îmraliyê ku tu bingeheke wê ya hiqûqî nîne bi dawî bibe û Abdulah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike dê pêk were?
 
* Weke Wezaret tu hewldanên we hene ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tespît bikin û rayedar û personelên ku li girtîgehan sûc kirine ceza bikin?”