Tanrikûlû: Doza Kobanê ji ber fikarên siyasî yên desthilatê hat vekirin

img

ENQERE - Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû ji bo Doza Kobanê ya ku weke şande tevlî dibin wiha got: “Ev doz dozeke ku desthilatê ji ber fikarên xwe yên siyasî vekiriye. Çarenûsa vê dozê wê siyaset diyar bike.” 

 
Di nav kesên ku Doza Kobanê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir bişopînin de, şandeya Partiya Gel a Komarê (CHP) jî cih girt. Şandeya ji endamên Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê ku ji Sezgîn Tanrikûlû, Alî Haydar Hakverdî, Servet Unsal û ji Meclîsa Partiyê Semre Dînçer pêk li ser navê CHP’ê beşdarî danişînê bû. Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû beriya danişînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
WÊ SIYASET DIYAR BIKE
 
Tanrikûlû, anî ziman ku Doza Kobanê ne dozeke bi fikarên hiqûqî hatiye vekirine û wiha axivî: “Ev doz dozeke ku desthilata siyasî bi bikaranîna darazê vekiriyeye. Xistina girtîgehê ya siyasetmedarên HDP’î armanc dike. Di îdianameya 3 hezar û 500 rûpelan de di navbera bersûc û bûyerên qewimîn de têkiliya sedemekê nehatiye danîn. Li gorî rojeva dozê pişt re hin şahid hatine afirandin. Ev doz dozeke ku desthilatê ji ber fikarên xwe yên siyasî vekiriye. Çarenûsa vê dozê wê siyaset diyar bike. Wê hevparî, têkoşîn û piştevaniya siyasetê û rayagiştî, encama vê dozê diyar bike.”