Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e

img
 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku Doza Kobanê dozek bi fen û fût e û got: “Dixwazin bi van dozan mafê siyaseta demokratîk a HDP’ê û pêşiya îdiaya gelê kurd a di siyasetê de bibe kirde bigirin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar di civîna koma Meclîsê ya partiya xwe de axivî û derbarê mijarên di rojevê de axivî. 
 
Sancar diyar kir ku dorpêç û zextên li ser siyaseta demokratîk û HDP’ê berdewam dikin û wiha got: “Îdianameya Doza Kobanê ku wê di 26’ê Nîsanê de were lidarxistina jî eynî wek hewldan û îdianameya girtina partiya me ye ku bêbingeh e. Her roj em bi pêngavek nû re rûbirû dimînin. Çi dikin bila bikin wê bi ser nekevin. Di 26’ê Nîsanê de doza fen û fûtê û dorpêçkirinê dest pê dike. Ev doza bûyerên 6 sal berê qewimî ye.” 
 
‘EM BI DOZEK FEN Û FÛT RE RÛBIRÛ NE’
 
Sancar derbarê vekirina Doza Kobanê de wiha got: “Ev doz çima hat vekirin. Di sala 2014’an de piştî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê vê carê êrişî Kobanê kir. DAIŞ’ê xwest gelê Kobanê qir bike. Li pey qirkirinek nû bû. Li dijî van êrişan li her devera Tirkiyê û dinyayê xelk rabû ser pêyan. Bangên lezgîn dihatin kirin û xelk xwepêşandanan li dar dixist. Li Tirkiyê xelk rabû ser pêya û li Kobanê xwedî derket. Xelkê mafên xwe yên demokratîk bikar dianî. Wê çaxê pêvajoya çareseriyê berdewam dikir. Di navbera partiya me û hikumetê de hevdîtinên Îmraliyê berdewam dikirin. Ev ne dozek hiqûqî ye. Ev doz, doza tolhildana siyasî ye. Ev doz dozek oprasyona tasfiyeyê ya berfireh e. Bi salan pilansaziya darbeyê berdewam dikir û belkî pilana nû ya darbeyê bû. Em bi dozek fen û fût re rûbirû ne.
 
DOZEK LI BER TÊKÇÛNÊ YE 
 
Dixwazin bi van dozan mafê siyaseta demokratîk a HDP’ê û pêşiya îdiaya gelê kurd a di siyasetê de bibe kirde bigirin. Di hundirê vê doza fen û fûtê de hiqûq, heqîqet, belge, agah, delîl nîne. Ev doz eynî wek doza hewldana girtina partiya me bêgingeh û li ber têkçûnê ye. 
 
DIVÊ ROJEVA GIRTINA PARTIYA ME JI ROJEVÊ WERE RAKIRIN 
 
Wek hûn dizanin êriş û pêla dorpêçkirina li ser me ya herî dawî jî hewldan ango doza girtina partiya me bû. Îdianameya ji bo vê dozê hatibû amadekirin me gelek caran got; îdianameya herî kurmî, bêbingeh, eletewş û pûç e. Di taliye de AYM’ê jî rasteqîniya nêrînê me danî holê û dozê paş de şand. Divê pilanên tunekirina siyaseta demokratîk nebe parçeyek Tirkiyê. Pêwîste ev doz ji rojevê were rakirin. Bi vî awayî bila li Tirkiyê serdemek nû were destpêkirin û gavek were avêtin.
 
'DOZEK BI FEN Û FÛT E’ 
 
Me got û em dibêjin Doza Kobanê dozek bi fen û fût e. Ev doz ji 7’ê Hezîranê dest pê dike. Çimkî AKP di sindoqê de têk çûbû û ji îqtidarê ketibû. Dixwazin bi dozên wek doza Kobanê siyaseta demokratîk têk bibin û tasfiye bikin. Lê ew çi dikin bila bikin wê bi ser nekevin. Nikarin bi siyasetê derkevin pêşberî HDP’ê, tenê bi dozan derdikevin pêşiya HDP’ê. Bi zilmê, zextan, bi destê darazê, polîsan dixwazin me bitepisînin. Lê belê bêhude ye. Di vê riyê de meşa me bi biryardarî didome û wê berdewam bike jî. Bila gumana tu kesî ji vê tune be. 
 
EV DOZ LI SER DEREWAN HATIYE HÛNANDIN 
 
Wê heval û dostên me yên hêja di wan eywanên dadgehê de parastinên dîrokî bikin. Wê van îdiayan hemû yek bi yek pûç bikin û wê derewên wan deynin holê. Wê ev darizandin veguhere darizandina hesabê edaletek rastî. Ev doz li ser derewan hatiye hûnandin.”
 
‘128 MILYAR DOLAR KU YE?’ 
 
Sancar di dewama axaftina de bal kişand ser rewşa pandemiyê û derzîkirina xelkê û ew destê xwe di avêjin kîjan meseleyê tê de bipêkirinek û xemsariyek heye. Sancar diyar kir ku her ku diçe feqîrî, hêjarî û bêkarî li welat zêde dibe û li aliyê din jî rayedarên dewlet û îqtdarê hesabê talan, îsraf, rantê nadin. Sancar got ew carek din dipirsin “128 milyar dolar li ku ye?”
 
‘EM VAN E, LÊ 128 MILYAR DOLAR KA KU YE’ 
 
Sancar rexneyan li Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku ev demek dawî ye HDP’ê kiriye armanca xwe kir û wiha got: “Çend çend pirsên me jî ji bo şirîkê biçûk e. Îro dîsa li ser kursî har û dîn bûye. Me dîsa kiriye hedefa xwe. Muxalefeta demokratîk kiriye armanca xwe. Tenê armancek wî heye ku siyaseta demokratîk dike hedef. HDP li vir e. HDP li Meclîsê ye, li qadan e, li fabrîkayan e, li cem karker û kedkaran e. HDP li her cih û deverê ye. Wê HDP her li van deran be. Em li vir in, lê belê baş e gelo 128 milyar dolar li ku ye? Em li vir in, lê belê gelo milyarên ku qeyûman diziye li ku ne? Pereyên tehsîsatê mesture li ku ne? Ey şirîkê biçûk carek din jî ya van pirsan bike ya jî bersiv bide van pirsan. Çimkî berpirsiyar û şirîkê vê pergalê tu yî. HDP mezin dibe. HDP têkoşîna xwe ya bi biryardarî ku wê hesabê van hemû bêhiqûqî û gendeliyan bipirse didomîne.”