Arslan: Ger ku daxwaza aştî teroristî be taça serê me ye

img
ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, diyar kir ku AKP dê bi dagirkeriya Efrinê têk biçe û wiha got: "Serokomar Erdogan dê di Efrînê de têkeve bin. Ger ku daxwaza aştiyê, parastina gelê Efrînê teroristî be emê vê terorîstiyê dikin taça serê xwe."  
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Îzmirê bi şîara "Bi civaka ronî dibe re ber bi pêşeroja azad ve" 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Gazinoya Gol pêk anî. Di kognreyê de Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan, gelek nûnerên rêxistinên demokratîk endam û rêveberên DBP'ê amade bûn. Li salona kongreyê "Gelê Efrînê ne bi tenê ye." û "Ji tecrîd û yek tîpê re na" vekirin. Kongreyê bi rêzgirtin û hilbijartina diwanê dest pê kir. Piştre Endama MYK'ê ya DBP'ê Gulum Bayram, diyar kir ku ew êrîşa li dijî Efrînê ku bi îtîfaqa AKP-MHP'ê pêk hatiye qet qebûl nakin û wiha got: "Gelê Efrinê ne bi tenê ye. Hevserokên DBP'ê yên Îzmirê Suleyman Gunduz û Melis Akgul jî bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwestin tecrîd bi dawî bibe. 
 
Hevkerokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, jî anî ziman ku gelê kurd bi salan in bedelên giran daye û wiha got: "Li ser gelê kurd komkujî tê meşandin." 
 
EV NE ŞERÊ KURDAN Û NE JÎ ŞERÊ TIRKAN E; ŞERÊ ÎTÎFAQA AKP-MHP'Ê YA LI DIJÎ GELAN E 
 
Arslan anî ziman ku îro komkujî li Rojava pêk tê û wiha got: "Li dijî Efrinê dagirkerî heye. Li ser gel komkujiyê dimeşînin. Ji ber ku kurd dixwazin bigêjin azadî û statuya xwe rastî gefan tên. Hewldana dagirkeriyê ya li dijî Efrînê dibe sedema kuştina gelek zarok, jin û mezinan. Hemû mirovên tên kuştin bê parastin in. Wekî ku AKP îdîa dike ku rewşa ku sînorê Efrînê Tirkye tehdît bike tune ye. 
 
Ev şer ne şerê Kurdan û ne jî şerê Tirkan e. Ev şera şerê îtîfaqa AKP-MHP'ê û îktîdarên din e. Îro li Tirkiye hemû kesên aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin tên bêdengkirin. Ne gelê Tirkiye û ne jî gelê Kurdistanê ji vî şerî qezenc nakin. Bêtir zerar dikin. Ev şerê îktîdara AKP-MHP'ê yali dijî gelan e. 
 
Arslan, Bang li gelê Tirkiye jî kir û wiha got: "Operasyona li dijî Efrinê polîtîkaya qirêj ya AKP'ê ye. Divê gelê Efrînê bi tenê neyê hiştin. Em bang li gelê Tirkiye dikin ku li dijî vê polîtîkaya şer a AKP'ê dengê xwe bilind bike. Em dixwazin li dijî dagirkeriya Efrînê bêjin raweste. Divê li dijî politîkaya şer a AKP'ê dengê NA'yê bilind bibe."
 
‘PÊŞEROJA GELAN XISTINE BIN ÎPOTEKA RÛSYA Û ÛSA 
 
Aslan, anî ziman ku operasyona Efrînê bi destûra Rûsya û DYA Pêk tê û wiha got: “Rûsya û DYA li dijî operasyona li ser Kurdistana Rojava bêdeng dimîne. Destûr daye Tirkiye. Gelo li hemberi vê yekê çi ji Tirkiye stendiye. Em baş dizanin ku pêşeroja kurdan xistine bin îpodeka Rûsya û USA û piştre destûr dane Tirkiye ku Efrînê dagir bike. 
 
PARASTINA EFRÎNÊ TERORÎSTÎ BE EM DÊ WÊ BIKIN TACA SERÊ XWE 
 
Arslan, herî dawî bertekên Erdogan ên li dijî kesên aştî û Efrînê diparêze jî bi tundî rexne kir û wiha got: "AKP dê bi dagirkeriya Efrinê têk biçe. Serokomar Erdogan dê di Efrînê de têkeve bin. Ger ku daxwaza aştiyê, parastina gelê Efrînê teroristî be emê vê terorîstiyê dikin taça serê xwe. AKP, Tirkiye bi KHK û OHAL'ê bi rêve dibe. Ev heta dawî wisa naçe. Ji ber ku Erdogan dizane rojên wî hindik maye pişta xwe distpêre KHK û OHAL'ê. Ger ku îro kurd Birêz Ocalan wekî rêberê xwe dîtibe û qebûl kiribe wê deme divê rayedarên dewletê bi Birêz Ocalan re ji bo çareseriya demokratîk hevdîtinan pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin. Lê mixabin AKP ji bo desthilatdarî û îktîdara xwe biparêze ji 5'ê Nîsana 2015’an heta niha li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bi awayekî bêrêzî û bê sincî li dijî mirovahiyê tecrîdek giran dimeşîne. Her ku îktîdara AKP'ê tecridê giran dike li Tirkiye gel tên hemberî hev û li hev sor dibin. Şer, kaos û alozî zêde dibe. Yên îro li Tirkiye tecrîdê giran dikin, kesên li Tirkiye şer dixwazin û dixwazin kaosê kûr bikin in. Ger ku îro li ser Efrinê dagirkerî hebe sedema vê yekê tecrîda li ser Birêz Ocalan e." 
 
Piştî axaftinan rapor hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo Hevserokatiya DBP'ê Yunus Emre Guneş û Melis Akgul hatin hilbijartin. Koma Axa Zêrîn piştî hilbijartinê stran gotin.