Ozsoy ê HDP'î: Kampanya hilbijartina Serokdewletiyê bi dagirkeriya Efrinê dest pê kir

img
ENQERE - Parlamenter û Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, di Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa de êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê nirxand û wiha got: "Ev hewldana dagirkeriye ye. Ev perçeyê kampanya hilbijartina serokdewletiyê ye. Ev şerê li dijî kurdan e." 
 
Parlamenter û Cîgirê Hevserokê Giştî yê Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, di Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa de êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê nirxand û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiye. Ozsoy, êrîşa li dijî Efrînê wekî "hewldana dagirkeriye" pênase kir û wiha got: "Ev dagirkerî ye. Ev perçeyê kampanya hilbijartina serokdewletiyê ye. Li Tirkiye binpêkirina mafên mirovan pir zêde bûye. Di salên dawî de di bin navê 'Têkoşîna bi terorê re' bi deh hezaran mirov hatin girtin. Di nava van kesan de parlamenter, hevşaredar, rojnameger, nûnerên rêxistinên sivîl, parazvanên mafên mirovan jî hene. Hemû kesên ku hikûmetê rexne dikin wekî terorîst tên pênasekirin. Dema vê meclîsê Tirkiye ji nûve xist bin çavdêriyê, nûnerên hikûmetê gotin Meclîsa Parlamentera n a Konseya Ewropa (MPKE) piştgiriyê dide terorizmê. Ji ber vê yekê divê em firehtir li mijarê binerin."  
 
'HÎKÛMET LI DIJÎ GEL ŞER DIKE'
 
Ozsoy, destnîşan kir ku hikûmet di mijara tekoşîna bi terorê re rastiyê vedişêre û wiha got: “Ez wekî parlamenterekî partiya muxalif a HDP’ê dikarim bêjim ku li Tirkiye têkoşîna bi terorê re tune ye. Li Sûriye têkoşîna bi terorê re tune ye. Di bin navê tekoşîna terorê de hikûmet li dijî gel şer daye destpêkirin. Li dijî gelê kurd şer dike." 
 
KURD JIYANA XWE DIPARÊZIN Û AVA DIKIN' 
 
Ozsoy, anî ziman ku kurd li Rojhilata Navîn yek ji gelên kevnare ne û wiha berdewam kir: "Kurd li Rojhilata Navîn di nava vî şer, kaos û hovîtiya siyasî de hewl didin jiyana xwe ya xweser ava bikin. Dixwazin pergalek jiyanê ava bikin û biparêzin. Serokomar Erdogan bi devê xwe gelek caran got ji bo destûr nede ku wekî Bakurê Iraqê kurd li ser Bakurê Sûriye jiyana xwe ava nekin, çi ji destê Tirkiye bê dê bike. Ev tê wateya ‘Em destûr nadin kurd li Sûriye bibin xwedî xweserî û rêveberiya cewherî.' Ev jî xuya dike ku tu eleqeya têkoşîna bi terorîzmê re tune ye. Ger ku Tirkiye bi terorîzmê re şer dike çima di nava salekê de 70 milyon mirov li Tirkiye bi sucdariya terorîzmê hatin girtin. 
Li Tirkiye yên weki hikûmetê nefikirin tev wekî terorîst tên dîtin. Her kes dibin hedefa êrîşan. Mixabin Serokomar Erdogan, ji bo hilbijartina Serokdewletiyê dest bi dagirkeriya Efrînê kir. Cewherê mijarê ev e."