Erdogan, TTB a got 'Ji şer re na' kir hedef

img

ENQERE - Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) ji ber ku li dijî şerê li ser Efrînê derket û got "Ji şer re na" kir hedefa xwe. 

Şerê TSK-OSO yê bi tang, top û balafiran li dijî gelê Efrinê di 20'ê Çile de da destpêkirin di roja 7'an de berdewam dike. Bertek û nerazîbûn ên li dijî şer zêde dibin. AKP-MHP kesên li dijî yer derdikevin dikin hedefa xwe. Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan di axaftian xwe ya dawi de Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) ji ber ku li dijî şerê li ser Efrînê derket û got "Ji şer re na" kir hedef. Erdogan, got "Bila hin kes baş bibhizin. Îro roja operasyonê ya 7'an e. Qaso Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) ku ji vê yekê bêzar in, dibêjin 'Ji şer re na' û dest bi kampanya dikin. Ev kesên ji teroristan hez dikin me heta niha nedît ji aştiyê re gotin erê." 
 
Erdogan îdîa kir ku di operasyona 7 rojan de 343 endamên YPG'ê bêtesîr kirine û wiha got: "Me di 20'ê mehê de gav avêt. Leşkerê me di riya me jê bawer kir de dimeşin."