Çîftyurek: Ne îro be kengî?

img

AMED - Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sînan Çîftyurek got armanca êrîşa li dijî Efrînê binpêkirina destkeftiyên kurdan e. Çîftyurek bi lêv kir ku li hemberî vê rewşa talûke divê demildest Kongreya Netewî ya Kurd bicive û wiha pirsî: "Heke îro kurd nikaribin werin cem hev, wê kengî bibin yek?" 

Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sînan Çîftyurek û Berdevkê Tevgera Azadiyê Ayetullah Aşitî bertek nîşanî êrîşên Artêşa Tirk (TSK) ên li dijî Efrînê dan. 
 
‘RÛSYA ÎXANET LI KURDAN KIR' 
 
Çîftyurek got ku demeke dirêj e Tirkiye amadekariyên êrîşa li dijî Efrînê dikirin û got tewrê Rûsyayê di biryara êrîşkirinê ya di MGK'ê de hat dayîn diyarker e. Çîftyurek diyar kir ku di êrîşên Îranê yên bi destê Iraqê li hemberî Kerkûkê pêk anîn de jî tewrê DYA'yê bûye munasebet. Çîftyurek diyar kir ku di êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê de jî, Rûsya îxanet li kurdan kiriye û zemîna vê yekê amade kiriye. Çîftyurek diyar kir ku ji bo rê li ber destkeftiyên li Kurdistana Rojhilat bên girtin, Îranê êrîşî Kerkûkê kiriye û ji ber Tirkiye jî ji destkeftiyên li Rojavayê ditirse êrîşî Efrînê kiriye. Çîftyurek got ku di nav sedemên vê êrîşê de hesab û kitabên hilbijartinê yên AKP'ê jî hene. Çîftyurek destnîşan kir ku niha dengê AKP û MHP'ê nagihîjin ji sedî 51'ê û ji bo di hilbijartina Serokomartiyê de ji sedî 51 dengî wergire, îktîdar hewl dide pêldariyeke netewperest biafirîne.
 
Çîftyurek balê kişand ser navê operasyonê" Çiqla Zeytûnê" û ev tişt gotin: "Bi tank û balafiran bombeyan davêjin kurdan. Lê çiqla zeytûnê dirêjî rejîma Sûriyeyê dikin. Dixwazin ew û rejîmê li hev bikin. Lê ji bo rejîm çiqla zeytûnê bigire, divê Tirkiye xwe ji OSO û Ehrar-uş Şamê dûr bixe. Sedemeke din a êrîşa Efrînê jî, hevkêşeya Efrîn-Îdlîbê ye. Her çi qas Tirkiye di hin noqteyan de bi Rûsyayê re li hev kiribe jî, lê hîn jî di hin mijaran de pirsgirêk hene." 
 
'PÊDIVÎ BI KONGREYA NETEWÎ HEYE' 
 
Çîftyurek got ku piştî berxwedana Kobaniyê û referandûma serxwebûnê ya Kurdistana Federe gelê kurd hest û reflekseke hevpar zevt kiriye. Çîftyurek diyar kir ku divê partiyên kurdan jî van hestên gel bibînin û wan cudahiyên xwe yên fikrî deynin kêlekekê û tewrekî hevpar nîşan bidin. Çîftyurek destnîşan kir ku divê gava ewil demidlest lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd be. Çîftyurek got ku îro AKP, MHP, CHP û partiyên din ên siyasî di warê êrîşa li hemberî destkeftiyên kurdan de gihan hev û wiha pirsî: "Heke îro kurd nikaribin werin cem hev, wê kengî bên?" Çîftyurek diyar kir ku îro Tirkiye li hemû herêman hewl dide mudaxileyî destkeftiyên kurdan bike. Çîftyurek got ku rejîma li Tirkiyeyê siyaseta xwe li ser tunebûna kurdan dimeşîne û ne tenê Efrîn dixwaze êrîşî hemû Rojvayaê bike. Çîftyurek diyar kir ku çawa di berxwedana Kobaniyê û referandûma 25'ê Îlonê de hesteke hevpar a gelê me hebû, ji bo Efrînê jî wisa ye. Her wiha Çîftyurek got ku di vî warî de divê AKP'yiyên ku ji xwe re dibêjin kurd in jî bertek nîşanî vê êrîşê bidin. 
 
Her wiha Çîftyurek balê kişand ser banga Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo civînê jî û wiha got: "Em hêvî dikin ku Neteweyên Yekbûyî têkeve dewrê û dawî li van êrîşên derhuqûqî yên Tirkiyeyê bîne. Lê wisa difikirim ku wê NY ji ber Rûsya û Çînê tewrekî zelal nîşan nede. Wê bi daxuyaniyên nerm peyamê bide Tirkiyeyê."
 
'KURD TIM TÊN ÎNKARKIRIN' 
 
Berdevkê Tevgera Azadiyê Ayetullah Aşitî jî diyar kir ku îktîdarên Tirkiyeyê tim dibêjin "em û kurdan bira ne", lê belê di asasê xwe de ev rewş ne wisa ye. Aşitî got ku Tirkiye bi êrîşên derhuqûqî bi ser kurdan de tê û wiha got: "Dema gotin tê ser kurdan, xwe dispêrin biwêja 'goşt û neynûk'ê. Lê belê em kurd wek nenûkê tên dîtin. Dema hinekî dirêj dibe, demildest jê dikin. Kurd tim tên înkarkirin." 
 
'DIXWAZIN MALA KURDAN XERA BIKIN' 
 
Aşitî got ku berê ew û AKP'ê ji ber hin nirxên îslamî li gel hev bûn û ev tişt got: "Birayên me yên ku em berê bi refleksên derî neheqiyan tev digerin, îro neheqiyê li me dikin." Aşitî sûreya "Dema yek ji we tiştekî ji bo xwe biwxaze, lê ji bo birayê xwe nexwaze, ew baweriya xwe bi olê nayîne" bi bîr xist û wiha got: "Îro hemû kesên dibêjin em misilman in divê mafên kurdan biparêzin. Niha ji hêla Efrînê, ber bi Tirkiyeyê ve tu êrîş çê nebûne. Tirkiye ji bo mala ku kurdan ava kiriye birûxîne êrîş dike. Lê belê heta ku ew mafên xwe bi dest nexin wê li Rojhilata Navîn tu pirsgirêk çareser nebin. Înkar û tunekirin, hem li gor mirovatiyê hem jî li gor îslamiyetê xelet e."