HDP'ê der barê 'plana çong şikandinê' de pêşniyarnameya lêkolînê da

img

ENQERE - Wekîlê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, bal kişand ser "plana çong şikandinê" û aşkera kir ku mafê jiyanê, azadiya reman û rêxistinkirinê, mafên makeqanûnî binpê kirine, divê bi berfirehî ev plan bê lêkolînkirin.

Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, "Plana çong şikandinê" ya di pêvajoya şer de dewletê xist dewrê, bi pêşniyarnameyeke lêkolînê bir Meclisê. Kurkçu, aşkera kir ku di dema qedexeyê de mafên jiyanî û rêxistinkirinê, azadiya remanê û mafên makeqanûnî hatine binpêkirin û bi rêya di pêşniyarnameya lêkolînê, xwest ev planê bê lêkolînkirin.
 
Di dewama pêşniyarnameya lêkolînê de nirxandinên rayedarên dewletê yên wekî: "Kadroyên partiya melûm ên berdewama rêxistina terorê ne û şaredariyên di destê wan de bi qedemeyî divê bên tasfiyekirin. Şaredariyên di bin rayeya Wezîrê Karê Hundur de, divê ji wê partiya alîgir bê standin û bixin bin serweriya dewletê."
 
MAFÊN BINGEHÎN BINPÊ KIRIN
 
Kurkçu di pêşniyarnameyê de beşeke nivîsa di belgeya planê de jî parve kir. Nivîsa belgeyê wiha ye: "Hemû personelên me yên li herêmê di operasyonê de ne, divê pişta rêxistina terorê û partiya alîgir bişkîne û hemû saziyên dewleta me tam bi serwextbûna seferberiyê di nava tevgerê de bin, vê ji bîr nekin. 'Bi wesîleya vê seferberiyê hemû piştgiriyên lojîstik, destek, amûr û astengiyên qanûnî di kêliyê de û bi lezgînî ji pêşiya wan rakin û divê vê bizanibin û yekîneyên me yên di nava operasyonê de baldariya xwe belav nekin û li gorî vê bi rihetî tev bigirin.' Bi vê fermanê re mafên konut, mulkiyet û hwd. hatine binpêkirin."
 
DI NAVA 2 SALAN DE EV GAV HATIN AVÊTIN
 
Belgeya ku tê gotin ji hêla Dayreya Planên Stratejîk a Serfermandariya Giştî ve hatiye nivîsandin, sûcê mirovahiyê yê li dijî gel teşwîq dike, plansaziya wê hatiye kirin û gelek gav di nava 2 salan de hatine avêtin û ev tişt hat gotin: "Divê di nezera Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê de, mafê jiyanê, azadiya rêxistinkirin û remanê, mafên di makeqanûnê de derbas dibin, 'plana çong şikandinê" ya ku li dijî şaredariyên Partiya Herêmên Demokatîk, aktivîstên û rêveber wê, wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan, divê bi berfirehî ji hêla Komîsyona Lêkolînê ve bê lêpirsînkirin."