‘Di kongreyê de tecrîd lanetkirin dê helwesta li dijî 'mutabaqata neteweyî' be’

img

STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîtîg diyar kir ku her saziya ku tecrîda li Îmraliyê neke rojev xwe, dê rojeva Tirkiyeyê jî nîqaş nake û ev tişt got: "Tecrîda li Îmrlaiyê di kongreya HDP'ê de lanet kirin, di heman demê de helwesta li dijî eniya 'mutabaqata neteweyî' ye."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 11'ê Sibatê de li Enqereyê 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî li dar bixe, biryarên di kongreyê de bên girtin û rolên ku dikevin ser milê HDP'ê çine, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît birxand.
 
Koçyîgît da zanîn ku HDP di vê kongreyê de, dê rexnedayîna vê pêvajoyê hemûyî, guhdarkirina rexneyan û li hemberî van hemû tiştî nexşerêyek dayne holê bi vê armancê biçe kongreyê û ev tişt got: "Divê bê gotin ku amadekariyeke wan a cidî heye. Li herêman konferans pêk hatin. Encamên di van konferansan de derketin holê û bi konferanseke navendî re dê di warê rêvebirina kongreyê de bê dewlemendkirin." Koçyîgît aşkera kir ku xebatên kongreyê gelekî girîng û bi wate ne û wiha axivî: "Ji ber ku pêvajoya ku em têre derbas dibin gelekî bi êş e. Ji ber ku li welat muxalefeteke rast tune ev bandoreke xiran li ser jiyana me ya rojane dike. Di vê xalê de, li Tirkiyeyê ya rast HDP muxalefeta yekemîn e."
 
‘EM Ê BI GEL RE PÊVAJOYÊ BIBIN’
 
Koçyîgît diyar kir ku rojeva esalî ya HDP'ê dê li Tirkiyeyê demokrasî çawa bi pêş keve û dê faşîzim çawa bê rawestandin û wiha pê de çû: "Me wekî HDK berî demekê kongreyek pêk anî. Prespektîfa ku derket holê, biryarên di kongreyê de derketin holê, di heman demê de prespektîfa partiya meya siyasî ya HDP'ê ye. Divê vê prespektîfê bi destê HDP'ê li siyasetê bidin xwarin, tiştên di van konferansan de divê derxin holê û bi civakbûnê re pêvajo bê bi rêve birin. Hemû rexne û pêşniyarên li herêm û civînên gel de deketin bolê, dê têkoşîna dema nû ya HDP'ê diyar bike."
 
‘ZEXTÊN LI SER HDP'Ê JI TIRSÊ TÊ’ 
 
Koçyîgît destnhîşan kir ku ew qas tundî û êrîşên li dijî HDP'ê, tirsa ji HDP'ê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di hilbijarinên 7'ê Hezîranê de, tiştên li vî welatî me diparastin, nirxên ku me danîn holê, hemû girseyên avabûyî bi rêya HDP'ê ketin siyaseta li Meclisê û ev mîlad e. Hemû êrîş jî wê rojê li dijî hemû tevgeran, li dijî civakê pêk hat. HDP dema îro diçe kongreyê, ji bo pêngaveke nû davêje û vê dike armanc."
 
‘HDP BERDEVKIYA GEL DIKE’
 
Koçyîgît anî ziman ku dema li partiyên Meclisê mêze bikin, HDP berdevkiya gel, demokrasî, azadî û edaletê dike û di vê oxirê de berdêl daye ber çavê xwe, ji ber vê mezinbûna êrîşên li dijî HDP'ê divê kesî şaş neke. Koçyîgît bi lêv kir ku dema HDP xwe berhev bike û pêvajoya nû derxe holê girseyên bi milyonan hene û ev tişt anî ziman: "Ev girse girseyeke dînamîk e. Ev girse dildarê azadî, wekheviyê ye. Ev girse di heman demê de partî ye. Têkiliya di navbera HDP'ê û gel de, ne wekî partiyên pergalê yên klasîk e. Ya rast ev têkiliyeke wekî goşt û hestî ye. HDP vê yekê herî baş datîne holê. Partiyeke gel e û berdevkiya gel dike."
 
Koçyîgît aşkera kir ku bi hêzkirina HDP'ê peywira hemû hilbijêrên HDP'ê û demokratan e û wiha got: "OHAL li dijî birdoziya HDP'ê, beşên daxwaza heq û demokrasiyê dikin hat îlankirin. 
 
‘ENIYA DEMOKRASIYÊ NEBE NABE’
 
Koçyîgît pirsa "Niha pêwîstiya me çî ye?" jî bi van gotinan bersivand: "Faşîzmek heye. Duh hevdîtina Bahçelî û Erdogan hebû. Divêjin ku ev 'mutabaqata neteweyî' ye. Her ku diçe eniyeke neteweyî hev du digire, tê rewşeke organîk. Partiyên cuda hebin jî di warê rêxistinî de her ku diçe dibin yek. Li dijî vê eniya neteweyî, eniya demokrasiyê nebe nabe. Dînamîka herî şênber a eniya demokrasiyê çi ye, bêguman lingê li Meclisê HDP ye."
 
‘DÊ KONGRE ENIYA DEMOKRASIYÊ BI BÊŞ BIXE’
 
Koçyîgît derbirî ku heke li Tirkiyeyê eniyeke demokrasiyê ya rasteqîn bixwaze bê avakirin, lingê esalî kurdin û HDP di nav de eniya demokrasiyê ya herî girîng e û ev tişt anî ziman: "Ev eniya demokrasiyê ya ku em bi HDP'ê re bi rêve dibin, em wekî nêzikatiyeke stratejîk digirin dest. Ev ne nêzşkatiyeke dem kurt a taktîkî ye; lê ji bo faşîzim têk biçe, ji bo li vî welatî demokrasî bê avakirin, OHAL û KHK ji holê bê rakirin, ev nebe nabe. Ev kongre wekî destpêkekî dikare bê dest girtin. Bangên li wir tên kirin, hemû gotinên li ser kursî bên kirin dê ji bo avabûna vê eniyê bibin kevirên bingehîn. Ya rast bi kongreyê re dê eniyeke demokrasiyê bi fîlî hêdî hêdî bê avakirin."
 
‘DIVÊ BI HEZARAN MIROV LI DIJÎ TECRÎDÊ XWEDÎ HELWEST BIN’
 
Koçyîgît bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê ya di demokrasiya Tirkiyeyê de û ev nirxandin kir: "Kîjan saziya demokratîk dibe, kîjan partiya siyasî dibe heke tecrîda li Îmraliyê nexe rojevê, ya rast bi tu awayî tu rojevên li Tirkiyeyê nayên nîqaşkirin. Heke li Tirkiyeyê li dijî faşîzmê gotinek bê gotin, em bixwazin tahayula avakirina civakê dayne holê divê di serî de helwesta li dijî tecrîda li Îmraliyê hebe. Heke em Îmraliyê nebînin, rexne nekin, ji bo şikandina tecrîdê gavan nevêjin û saziyeke ku polîtîkaya li dijî tecrîdê bi pêş nexe, dê bi tu awayî kaosa li Tirkiyeyê neqede."
 
Koçyîgît anî ziman ku heke şert û mercên ji bo azadiya Ocalna li Tirkiyeyê neyên sazkirin, dê demokrasî, aştî û edalet bi pêş nekeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo wê gava yekemîn a rexnedayînê ew e divê em tecrîda li Îmraliyê bişkînin, li dijî pêkanînên derveyê derveyê mirovahiyê xwedî helwest bin. Ji bo wê ev kongre tecrîdê negire rojeva xwe, li dijî tecrîdê helwest tune be, dê ev kongreyeke kêm bimîne. Ji ber wê nîşandana helwestê, lanetkirina tecrîda li îmraliyê û ji bo çareseriya dema nû em daynin holê, di heman demê de helwesta li dijî eniya 'mutabaqata netewyî' ye."
 
Koçyîgît aşkera kir ku dê di 11'ê Sibatê de gel ji şahiyek demokrasiyê re şahidiyê bike û li ser navê HDK'ê bang li hemû hevgirtiyên kongreyê kir ku tev li ongreya HDP'ê bibin.
 
MA / Muhammet Dogru - Sadik Topaloglu