Şêniyên Sinûnê li dijî peymana Hewlêr û Bexda meşiyan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Sinûnê ya Şengalê, li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê pêk hat, meşek li dar xistin û daxuyanî dan. Şêniyan anîn ziman ku nexwazin hêzên bûne sedema qirkirinê vegerin Şengalê û ji hikûmeta Iraqê û aliyên peywendîdar re jî xwestin Şengalî bi xwe xwe rêve bibin.

 
Şeniyên Sinûnê yê Şengalê li dijî peymana di navbera Hewler û Bexde ya li ser Şengalê hat îmzekirin meşiyan û daxuyanî dan. Li gorî nûçeya nûçegîhanên Rojnewsê Îbrahîm Êzidî, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê meş  organîze kir. Gelek welatiyên Êzidî, serokeşîr û kesayetên Şengalê tevlî meşê bûn. Meşê li ser avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Êzîdxan" û "Bimre xiyanet" berz kirin. Girseya gel heya rêya sereke ya Sinûnê meşiyan û li wir daxuyanî dan. Şengaliyan di 6 salan de xwazên xwe anîn ziman.
 
Mamostayê Zimanê Kurdî Xwêdada Şengalî daxuyanî xwend û wiha got: "Ji hikûmeta Federal a Iraqê û aliyên pêwendîdar re; Wek tê zanîn  em wek gelê Şengalê di Tebaxa 2014’ande li ber Çavê hemû cîhan di komkujî û  fermanê re derbas bûn. Li himber vê qirkirina Êzdiyan her kes bêdeng ma, rojana kiriyarên dijî mirovahiyê di derheqê mede dihatin encamp dan. Bi  sedhezaran   însanên me teslîmî DAIŞ’ê hatin kirin, di bazaran hatin firotin û bi kom di gorande hatin veşartin.  Kesên bûna sedema vê fermanê heya roja îro nehatina dadgeh kirin û bi azadî li ser vî erdî digerin . li himber van ferman û êrîşan me dest bi xwe rêxsitinê kir û saziyên xwe me ji xwe dana avakirin, zarokên me axa me diparêzin. Gelê me ji koçberyên vedigera ser malên xwe. Mixabin di vê demê de  bê kû xebera me jê hebe îtîfaq li ser me têna kirin û dixwazin desthldariya xwe li ser me ferz bikin. Her kesî ku dixwaze  li ser Şengalê karekî bide meşadnin  bila di serîde bi gelê Şengalê re rûne û  bi me re lihevkirina îmza bike. Em beşekin ji Iraqê ne, hêzên Iraqê, atêş , polîs û Heşda Şabî bi hevre di Şengalê dene. Saziyên  Hikûmî  li her dera Şengalê di ser kar û xebatên xwe ne, lewra   ne pêwîste  di ser me ra Bexda bi Hewlêrê re li ser me tifaqa bike. Her lihevkirinek bê îradeya  me bê  îmzakirin emê lihimber derbikevin û  bi tu awayî em qebûl nakin.”
 
Li ser vî esasî em xwestekên xwe ji Hikûmeta Iraqê, Neteweên Yekbû û aliyên peywendîdar re bi van  xala radigehînin.
 
1- Pêwîste hevalbendên me yên tevahiya welat, di çarçoveya destûr û qanûnên Iraqê de rêveberiya me ya xweser nas bikin. Pêwîste ev rêveberî yekser girêdayî hikûmeta navendî be.
 
2- Ewlekariya herêmê divê ji aliyê gelê Şengalê û bi taybet ji aliyê kesên ku ji dema fermanê ve di demên  herî zehmet de li dijî DAIŞ’ê şer kirine û heta roja îro jî têdikoşin ve were rêvebirin.
 
3- Divê hêzên Heşdî Şeebî li herêmê bimînin, bi taybet divê ku hêzên Şengal rizgar kirine, şervanên Êzidî yên dijî DAIŞ şer kirine û tevlî rizgarkirina herêmê bûne, li herêmê bimînin. Pêwîste bawerî bi van hêzan were ku dê Şengalê biparêzin.
 
4-  Em naxwazin hêzên ku di dema şer de Şengal terikandine, dîsa vegerin Şengalê.
 
5-  Tevî ku hemû komkujî û fermanan jî,  li ser gelê Şengalê ji aliyê kesên ku destê wan di komkujiyê de heye ve peyman tên îmzekirin. Em van peymanan qebûl nakin.
 
6-  Em ti lîstok û plangeriyên li ser Şengalê qebûl nakin. Em aliyek van lîstok û plangeriyan nîn in, lewma pêwîste Şengal ji van planan were dûrxistin. Em Iraqî ne. “
 
Piştî daxuyanyê serok eşîr, sazî û dezgezên Şengalê jî axaftin kirin.